Li navçeya Qinê konê çalakiyê hate vedan

Li navçeya Qinê ji bo şermezarkirina êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî dike û ji bo bîranîna 11 gerîlayên şehîd kon hate vedan.

HPG'ê ragihandibû ku di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li qada Sacayê 11 gerîla şehîd bûne. Ji bo şermezarkirina êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî dike û ji bo bîranîna 11 gerîlayên şehîd bûne, li navçeya Qinê ya li rojavayî bajarê Kobanê ji bo rojekê konê çalakiyê hate vedan. 

Piştî rêzgirtina ji bo bîranînaş şehîdan li ser navê Rêveberiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê, Firyal Temî daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk wê li hemberî îradeya gerîla têk biçe. Firyal Temî got “Ji ber êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk herî dawîn 11 gerîla şehîd bûn. Dewleta Tirk li ber têkçûnê ye, ji ber vê êrîşên xwe zêdetir kiriye. Divê dewleta Tirk bizanibe ku ew ê tu carî bi ser nekeve û dewleta Tirk a dagirker wê li hemberî gerîlayan azadiyê yêk biçe. Gerîlayên li ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi ser bikevin. 

Piştre gel bi dirûşmeyan derbasî nav kon bûn. Di kon de Endama Kongira Star Fatme Oso axivî û got ku “Rêbertiya me ji bo azadiya tevahî gelan têkoşîneke bê hempa kiriye. Divê em gel jî heta azadiya Rêber Apo têbikoşin, heta azadiya Rêber Apo divê em li  qadan bin. 

Rêveberiya Kongira Star ya Navçeya Qinê Sûad Şêx Demir jî diyar kir bi saya têkoşîna Rêber Apo û gerîla ew gihiştine vê astê û got “Gerîla ji bo mirovahiyê têdikoşe. Bi saya gerîla em azad dijîn. Dewleta Tirk piştî şehadeta Mazlûm Dogan û hevalên wî gotibû, me ser Kurdan beton kiriye lê ev beton bi saya Rêber Apo û gerîlayên azadiyê şikest.”