Li Reqayê erîşa DAÎŞ’ê: 1 şehîd, 2 birîndar

Di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser herêma Kerame ya Reqayê de, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand di êrîşeke li dijî dewriyeya hêzên wan de endamekê wan şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Sibeha roja Pêncşemê (29ʹê Kanûnê) li ser rêya Kerama ya di navbera Reqa û Hesekê de êrîşeke çekdarî li dijî dewriyeya me hate kirin. Di encamê me endamekî me şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Ev êrîş hemwextî operasyonên şopandinê yê ji aliy hêzên me ve yên li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ li bajarê Reqayê ku di asteke herî jor de dewam dike hate kirin. Ji ber vê yekê şaneyên veşartî yên li gundewarên bajar êrişên din pêk tînin da ku hêzên me mijul bike û şaneyên di nava bajar de karibin birevin.

Ev êrîş me ji berdewamiya şopandin û girtina hemû çeteyên şaneyên razayî yên ku hewl didin aramiya herêmên me têk bibin, naseknînin."