‘Berxwedana gelê me ji topên dewleta Tirk bi hêztir e’

Birayê birîndarê bi navê Bozan Şêx Nebî, Mihemed Şêx Nebî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên ku li herêmê hatinê avakirin tune bike, lewma êrîşê cihên xizmetguzarî, tendurist û perwerdeyê jî dike.

Dewleta Tirk ya dagirker di 22’yê Kanûnê de li gundê Şêxler a Jorîn ê li rojavayê Kobanê êrîşî îstasyona avê kir. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn û gelek zirarên madî di stasyonê de çêbûn.

Birayê bîrîndarê bi navê Bozan Şêx Nebî, Mihemed Şêx Nebî ji ANF’ê re axivî. Şêxnebî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên ku li herêmê hatinê avakirin tune bike, cihên xizmetguzarî, tenduristî, perwerde dike hedefa xwe û got “Lê berxwedana gelê me ji topên dewleta Tirk bi hêzti re.” 

’DEWLETA TIRK DIXWAZE PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK TUNE BIKE’

Mihemed Şêx Nebî anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya netewa demokratîk ku tevahî gel di bin sîwana rêveberiyeke xweser de dijîn tune bike û wiha got "Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî dixwaze gelên li herêmê tune bike. Bi rêya şerê psîkolojîk û êrîşên ku rojane gel dike hedef dixwaze hemû gelên ku li herêmê dijîn tune bike. Ne zarok, kal û ne jî jin nikarin xwe ji hovîtiya terora dewleta Tirk rizgar bikin.”

Mihemed Şêx Nebî diyar kir ku projeya dewleta Tirk a dagirker ya avakirina DAÎŞ’ê bi ser neket, ji bo vê dibêje ez dixwazim 30 kîlometre pêşve biçim û wiha domand “Dewleta Tirk saziyên xizmetguzariya gel jî dike hedefa xwe, di van êrîşan de birayê min jî bû hedef. Lê îrade û berxwedana gel ji topên dewleta Tirk bi hêztir e, ew ê tu carî nikaribin me tune bikin.”

Mihemed Şêx Nebî di dawiya axaftina xwe de got “Divê her kes li ber êrîşan rabe. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedefa xwe, li ku derê Kurdek hebe dike hedefa xwe. Li Parîsê jî Kurdan qetil dike. Di vê yekê de rasterast destê MÎT’a Tirk tê de heye. Berxwedana gel wê dewleta Tirk tek bibe.”