DAÎŞ'ê li Reqayê êrîş bir ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî wesayiteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşeke çekdarî hate kirin.
Li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî wesayiteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşeke çekdarî hate kirin.
Li gorî agahiyan, çeteyên DAÎŞ'ê serê sibehê êrîş birin ser wesayiteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn.
Hate ragihandin ku wesayit dema ji bajarokê Cidêdat ê li rojhilatê bajêr ber bi şehîdgehê ve diçû, êrîş lê hatiye kirin. Agahiyên berfireh li ser êrîşê nehate wergirtin.
Çeteyên DAÎŞ'ê li gel gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, hefteyên dawî êrîş zêde kirine.