Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed sala 2022'an ji ANF'ê re nirxand.
Weke YPJ'ê we salek bi têkoşînê dagirtî li pey xwe hiştin. Ev têkoşîn di nava kîjan şert û mercî de hate meşandin?
Êrîşên berfireh nehatibin kirin jî têkoşîna me li gorî salek berê hîn zêde bû, berhemandar bû. Destpêka salê bi êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Xiwêranê pêk hat. Heta dawiya salê bi vî rengî dewam kir. Êrîşên di nava salê de hatin kirin li gorî salên derbasbûyî giran nebe jî li ser herêmê bûn metirsiyeke mezin. Ji ber ku êrîşa li ser Xiwêranê hewldanek ji bo jinûve birêxistinkirina xîlafeta DAÎŞ'ê bû. Operasyoneke berfireh bû, rêxistiniyeke xurt hatibû kirin. Hem li hundir hem jî li derve li gelek deveran hatibû birêxistinkirin. Yanî em bi pêvajoyeke metirsîdar re rû bi rû man. Li Kampa Holê jî plan hatibû kirin. Di nava salê de me bi operasyonan heta astekê pêşî li van planan girt, heta astekê hate kontrolkirin, lê metirsî hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk êrîşeke berfireh kir. Bêguman êrîşên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî dihatin kirin, lê belê di nava salê de yekemcar bi balafirên şer hate kirin. Ne tenê li ser hêzên leşkerî, êrîş li ser qadên sivîlan hatin kirin. Êrîşeke plankirî bû. Êrîş li pêş çavên cîhanê hatin kirin û li hemberî êrîşan bêdengiyeke mezin hebû. Lewma bû sedem ku li herêmê êrîşên cuda rû bidin. Tevî krîza aborî û dorpêçkirinê her wiha polîtîkaya koçberkirinê li ser gelê me hate ferzkirin. Armanca bingehîn a êrîşê ev bû. Li gel êrîşên dewleta Tirk, êrîşên DAÎŞ'ê jî zêde bûn. Yekser li hemberî pêşeng, rêveber û gel sûîqest hatin kirin, hewl hate dayin ku tabloyeke tevlîhev bê afirandin. Li gel êrîşan jî refleks, sekin û helwesta gel û hêzên me hêja bû, bi wate bû. Helwestek hêjayî demê hate nîşandan. Bû bersiv ku berdêlên hatine dayin divê çawa bên parastin. Li gel derfetên kêm jî biryardariya li ser têkoşînê, diyarker bû.
YPJ'Ê PÊŞENGÎ JI OPERASYONAN Û PÊNGAVAN RE KIR
Li dijî hewldanên ji nû ve birêxistinkirina DAÎŞ'ê, li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk têkoşîneke hevdemî hate meşandin, ku bivê nevê zor û zehmetiyên vê yekê hebûn. Têkoşîna li hemberî êrîşan, gef û kaosê karekî hêsan nîne. Dibe ku ji bo hin dewletan hêsan be, lê belê dema ku mirov tabloya li herêmê li ber çavan bigire, ji bo meşandina vê têkoşînê, dewamkirina wê, misogerkirina ewlekariya gel -bêguman ev hemû têne kirin- derfetên di destê dewletekê de hene, li gel me nîne. Li hemberî van êrîş û gefxwarinan, bi derfetên gelekî kêm sekneke xurt, tevlîbûneke xurt, îradeyeke xurt hate nîşandan û hate biserxistin. Bêguman bû salek ku berdêlên giran lê hate dayin. Di nava vê salê de ji bilî zarok, ciwan, jin, mirovên sivîl nêzî 400 hevrêyên me şehîd ketin. Windahiya me kêm nîne. Lê belê me saleke serketî li pey xwe hişt, me hêza xwe zêde kir û mekanîzmaya parastinê xurt kir. Bi taybetî YPJ'ê di nava vê pêvajoyê de bi erka pêşengiyê rabû. Ji êrîşa li Xiwêranê heta niha pêşengî ji hemû berxwedana li dijî êrîş û gefan re kir, li refên herî pêş beşdarî pêngav û operasyonan bû, tevî windahiya hevrêyên me yên jin ên pêşeng jî ji mîsyona xwe ya pêşengiyê tawîz neda. Destketiyeke girîng bû. Baweriya gel a bi hêza leşkerî, cihgirtina li gel hêza leşkerî, sekna parastina vê xakê gelekî bi wate û girîng bû. Sala bê bi tecrûbeyên wergirtî divê em gavên hîn xurtir biavêjin ku wezîfe û berpiryariyên xwe xurtir bikin.
Mîna Şehîd Jiyan Tolhildan ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de bi rola pêşengiyê rabû, gelek fermandarên YPJ'ê di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn. Êrîşên îsal bi giranî li hemberî pêşengan hate kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Polîtîkayeke bi zanebûn û plankirî ya dewleta Tirk bû. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê, piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê, hewldanên ji bo ji nû ve birêxistinkirina DAÎŞ'ê û xwedîkirina wê, bikaranîna DAÎŞ'ê weke gefekê li hemberî cîhanê; ji bo van hemûyan serî li rê û rêbazên cuda hate dayin. Di dîrokê de gelek hêzan, bi taybetî jî dewleta Tirk êrîş birin ser pêşengan, ji bo civakê bêîrade bihêlin, ji hêzê bixîne, tirsê bixe nava gel û koçber bike. Êrîşa ji bo hilanîna tola DAÎŞ'ê bû. Ji ber ku gelek hevalên me yên ku êrîş li dijî wan hate kirin, pêşengî ji têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê re dikirin. Bi rêya van êrîşan polîtîkayên xwe yên qirêj careke din xistin meriyetê. Bi êrîşa li dijî pêşengan xwestin rêxistiniyê belav bikin, îradeyê lawaz bikin, berxwedanê têk bibin. Ji bo vê êrîş kirin. Ne tenê êrîşî fermandarên me kirin, di heman demê de êrîşî keçên me kirin, êrîşî keçên ciwan ên li dibistanan kirin. Di şexsê wan de paşerojê qetil dikin. Paşerojeke jiyana azadi qetil dikin, dibin asteng. Bi vî rengî nahêlin li warê xwe bi çanda xwe mezin bibin.
GEL TAWÎZ JI TÊKOŞÎNÊ NEDA
Piştî fermandarên pêşeng hatin şehîdxistin, bi dehan, bi sedan kesî xwe amade kirin û bi tecrûbeyên ji wan wergirtî xwedî li keda wan derketin. Lewma sekneke gelekî girîng li nava civakê hate nîşandan. Li şûna tirsê û fikaran, xwedî li xaka xwe derket û dilsoziya xwe xurtir kir. Êrîşên dawî ispata vê yekê ye. Gel diyarker bû, tawîz ji têkoşînê neda, destnîşan kir ku wê dest ji xaka xwe bernede. Gel di jiyana azad de bi israr e, zane ku tecrîha li ser jiyaneke bi koledarî, bênasname û bêîrade jiyaneke bêwate ye. Lewma rêyeke cuda nîne, qadeke cuda ya jiyanê nîne. Bi xwedîderketina li nirxan û xakê xwe amade kir, hîn bêhtir xwedî li hêzên leşkerî derket, valahiyên rû dan hatin temamkirin. Di pêvajoya seferberiyê de me dît bê hejmareke çiqas a ciwanan tevlî bûn. Gel çeka şehîd rahişt û têkoşîn dewam kir. Ev asta tevlîbûnê bi rastî jî gelekî hêja û bi wate bû. Dewltea Tirk yekemcar di vê astê de êrîşeke berfireh kir û gelê me jî bersiveke welê da ku nikare gel bitirsîne û paşve gavê bide avêtin.
YPJ di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de bi rola pêşengiyê rabû. Şoreşa Rojava jî weke Şorşa Jinê derbasî nava dîrokê bû. Îsal di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de hûn çiqasî bi pêş ve çûn?
Têkoşîna YPJ'ê bêguman gelekî girîng û diyarker bû. Bi derfetên kêm, di nava şert û mercên zehmet de şer hate kirin, jinê sekneke pêşeng nîşan da û ji bo civakê û tevahiya cîhanê re bû pêşeng. Me di serhildana Rojhilatê Kurdistanê de dît bê YPJ çawa mînak tê dîtin û sûd ji tecrûbeyên wê têne wergirtin. Berdêl û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê hatin dayin belasebep neçûn. Li gel êrîşan hemûyan jî dengê jinê yê li herêmê bû dengê şoreşa jinê, bi vî rengî hate pênasekirin û cîhanê jî bi vî rengî pejirand. Guhertina li herêmê hate kirin, guhertina mejî ya jinê û asta hişmendiyê ya ku xwe gihande wê, li gel derfetên kêm jî bû mînak ji cîhanê re. Me îsal dît ku jinên li tevahiya cîhanê sûdê ji tecrûbeyên li herêmê werdigirin. Di vê çarçoveyê de xwestin hem bi hêza leşkerî hem jî hêza civakî ya jinê re têkiliyê çêbikin. Êrîşên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê yan jî vê herêmê yên li hemberî jinên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî ne tenê êrîşa li dijî wan bû, êrîş li dijî tevahiya jinan bû. Gelekî girîng bû ku ev feraset ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Em dibînin ku li ku derê jinek tê qetilkirin, destdirêjî lê tê kirin weke pirsgirêka tevahiya cîhanê, pirsgirêka her kesî tê dîtin. Bi kurtasî bû wesîleya mezinkirina têkoşînê. Li gel zor û zehmetiyan em dibînin ku gihîştiye encamekê. Jin ji aliyê fîzîkî ve tê qetilkirin jî êdî ji têkoşînê paşve gavê neavêjin. Jin çima jiyaneke bêwate, bênasname, bêxak qebûl bikin? Em dibînin ku îro jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bi taybetî li qadên ku şer lê giran e, çawa berdêl têne dayin, êşeke çiqasî giran dikişînin û di şexsê jinê de bandoreke çawa li civakê dike. Civakê bi temamî dîl digire û dibe sedem ku gavê paşve bide avêtin.
TÊKOŞÎNA ME LI CÎHANÊ BELAV BÛ, BERPIRSYARIYA ME ZÊDETIR BÛ
Xurtbûna têkoşîna me li cîhanê deng vedide, bi bandor dibe. Dîtina vê tabloyê cihê kêfxweşiyê ye, lê belê haya me jê heye ku divê em wezîfe û berpiryariyên xwe zêdetir bikin. Dijmin ku dibîne bandora me li cîhanê zêde dibe, bi hêrseke mezin êrîş dike. Dijmin dibîne, ku cîhan xwedî li hevrêyên me yên şehîd derdikeve. Lewma asta êrîşên xwe girantir dike. Em dibêjin ku têkoşîna me li cîhanê belav bûye, lê belê eger em pozîsyona xwe binirxîne hingî divê em aliyên xwe yên kêm mane bibînin.
Saziyên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan an jî saziyên serbixwe pênase dikin jî bi helwesteke siyasî nêzîk bûn. Lewma helwesteke hiqûqî nehate nîşandan. Hiqûqa ku ji bo her kesî derbas dibe, çima ji bo me derbas nabe? Bicihanîna hiqûq û pîvanên mafên mirovan çima ji bo herêma me derbas nabin? Li Ûkraynayê êrîş li ser santraleke elektrîkê tê kirin, cîhan radibe ser piyan. Yanî jî li herêmek cuda çend sivîl têne qetilkirin, cîhan radibe ser piyan. Li herêmê jin ên şoreşger ên ji bo azadiyê têdikoşiyan, sivîl û binesaziya herêmê dibin hedef, lê kes dengê xwe nake. Çima helwesteke tund nayê nîşandan?
Bêguman me li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê têkoşîn meşand. Têkildarî çekên hatin bikaranîn û qadên êrîş li wan hatin kirin, me heta astekê karek meşand, berxwedaneke bi biryar nîşan da û wê ev yek dewam bike. Em bi tabloyeke welê re rû bi rû ne ku ji nedîtî ve tên. Li hemberî vê yekê divê em têkoşînê hîn xurtir bimeşînin. Li asta navneteweyî û hiqûqî divê karekî berfireh bê meşandin. Em zanin ku wezîfe û berpirsyariyên me hene û dostên me yên li derveyî welat jî di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûn. Lê belê di asta cîhanê de pêwîstiya me bi piştgiriyê heye. Bi xemgînî dibêjim ku hîn me nekariye xwe bigihînin encama em dixwazin.
Bi Şoreşa Rojava re hûn bûn xwedî mîsyona pêşengiya ji jinan hemûyan re. Di nava vê salê de we ji bo jinên li cîhanê berpirsyariyeke çawa bi cih anîn?
Me xwest ku em bersiveke xurt bidin peyaman. Me xwest em bersivê bidin bangên ji jinên li Efganistanê hatin. Me careke din ji xwe pirsî ku tecrûbeyên xwe çawa dikarin parve bikin. Dibe ku şert û merc cuda ne, lê belê pirsgrêk û êş weke hev e. Li gelek deveran me hewl da bi vî rengî têkiliyekê ava bikin. Bi taybetî lidarxistina konferansa jinê ya navneteweyî gaveke girîng bû. Ji bo zemîn, danhevî, tecrûbe bêne parvekirin, bi aqlekî kolektîf pirsgirêk bêne çareserkirin qadeke girîng a nîqaşkirinê bû. Têrker nebû, lê divê mayinde bibe. Dema ku mirov bala xwe didin ser gelek welatan dibînin ku hîn jî zext li ser jinan û saziyên jinan zêde ne. Lewma pêwîstî bi têkoşîneke hîn xurtir heye. Li hin deveran derfet kêm in, li hin deveran jî zêde ne. Divê em karibin hevsengiyê ava bikin, dengê xwe yê têkoşînê bilind bikin. Dema ku mirov şert û mercên herêmê dinirxîne, têkoşîna YPJ'ê, mafê hevjiyanê, sîstema hevserokatiyê û derfetên têkoşînê zêde kir. Bêguman ev yek şensekî mezin e. Dibe ku li hin herêman derfetên bi vî rengî nînin. rast e ku berdêlên giran û mezin hatine dayin.
EM Ê ROLA XWE YA PÊŞENGIYÊ DEWAM BIKIN
Bi têkoşîna jinê re destketiyek hate bidestxistin. Em çawa dikarin destketiyên xwe parve bikin? Di vê mijarê de karê me heye, em têdikoşin. Bi navê YPJ'ê ji bo karibin bersivê bidin pêwîstiyên jinan û bi wan re bin, em dixwazin wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Şer û dorpêçiya li herêmê li pêşiya belavbûna me ya li derve asteng jî be, li gorî derfetên li ber destê xwe em têkoşîna xwe dewam dikin ku xwe bigihînin jinan. Lê haya me jê heye ku divê em vê têkoşînê xurtir bikin. Ji ber ku em bûne xwedî mîsyonek pêşengiyê ji jinên li cîhanê re bikin, divê em xwe li gorî vê mîsyonê bi rêxistin bikin, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Ji bo sala 2022'an peyamek ku hûn dixwazin bidin jinan çi ye?
Me di nava vê salê de careke din dît ku eger jin xwe bi rêxistin bike, xwedî li nasnameya xwe derkeve, astengî çi dibe bila bibe dikare ji holê rake. Rast e, berdêl gelekî giran dibe. Di şexsê jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ev rewş şênber bû. Jîna Emînî û gelek jin bi rengekî hovane hatin qetilkirin, êşkence hate kirin. Hîn jî li zindanê jin hene ku li hemberî biryara darvekirinê li ber xwe didin. Her wiha li gelek deveran jin ji mafê xwendin, xebitandin û çalakiyê bêpar têne hiştin. Ji bo mafê xwe bi dest bixe, bi gelek êrîşan re rû bi rû man. Êrîş, şer û pêkanînan bandora herî giran li jinan kir. Ji bo azadiya me, kes ji me re tênakoşe. Weke gel, jin û netewe me ev yek dît, bi serê me ve hat. Eger tu ji bo azadiya xwe tênekoşe, xwe bi rêxistin neke, xwe zane neke, derfetên xwe baş bi rêxistin neke, wê mejiyê desthilatdar bixwaze te tune bike, bike kole û qir bike.
Me par jî sekna berxwedêr ên jin dîtin. Têkoşîna jinan a li gel zor û zehmetiyan li dijî mejiyê desthilatdariyê xwe bi rêxistin kir, gelekî bi wate bû. Divê em têgihiştina xwe ya nebe nabe teqez biparêzin. Bûyera li Parîsê qewimî ev yek careke din ispat kir. Welatekî ku qaşo mafên mirovan diparêze û gelek netewe lê ne, lê belê careke din jinek hate qetilkirin. Ji ber vê yekê em li ku dibin bila bibin divê mekanîzmaya xweparastinê ava bikin, rêxistiniya xwe bi pêş ve bibin û piştevaniyê xurt bikin.
DIVÊ JIN LI DORA HEV BICIVIN
Têkoşîna sala 2023'an li gorî tecrûbe û nirxên sala 2022'an divê bê bilindkirin, xwedî li keda her hevrêyên me yên şehîd bê derketin, di asteke bi vî rengî de têkoşîn bê meşandin. Ji bo jin neyên qetilkirin, ji bo sîstema desthilatdar, tasfiyekar û qirker nikaribe bi hêsanî êrîş bike, divê jin xwe li dora hev bi rêxistin bikin, li hev bicivin. Eger derfet û mafê wê jiyanê ji dest tê girtin, divê derfetên jiyanê biafirîne. Divê nêzîkatiyek bi vê têgihiştinê bê nîşandan. Em di wê baweriyê de ne ku tecrûbeyên hatine afirandin gelek derfet bi xwe re aniye. Bi piştevaniya li hev em ê azadiya jinan misoger bikin, azadiya civakê pêk bînin. Ji bo vê jî em ê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.