Li Efrînê çar kesên din hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinê li herêmên dagirkirî sûcên xwe yên şer zêde kir. Li Efrînê çar kesên din hatin revandin.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên 'Polîsên Leşkerî' yên dewleta Tirk 4 gundiyên Keferdela Jêrîn ên navçeya Cindirêsê ya Efrînê, revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Elîf Hec Resûl, Newal Hec Henan (25), Mehmûd Ebdurehman Dawûd (41), Ebdullah Hec Henan (45).

Kesê hatine revandin birin cihekî nediyar û ji bo berdana wan fidye ji malbatên wan hat xwestin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandina mirovan weke amûreke qezenckirina pereyan û şantajê li dijî şêniyên herêmê bi kar tînin.