Komeleya El Bayt wê li dijî paşverûtiya DAÎŞ-dewleta Tirk têbikoşe

Komeleya El Beyt dixwaze fikrê Îslama radîkal a ku dewleta Tirk li ser herêmê ferz dike ji holê rake û li gorî cewhera Îslamê aştî û wekheviyê pêk bîne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê El-Seda El Aşarif El-Beyt (Dildarên Hz. Mihemed) damezirandina xwe bi konferansekê li bajarê Tebqayê di 3 'yê Hezîrana 2023'an de ragihand. Komeleya ku xwe dispêre Peymana Medîneyê, wê meclîsa şûra ya taybet li Meclîsa Şûra Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk ava bike. Her wiha di bin sîwana Kongreya Îslama Demokratîk de kar dike. Bi vekirina ofîsan li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê komîte werin avakirin û kar bê şopandin. Ji bo her komîteyekê wê 15 endam werin erkdarkirin. Her wiha bi hemû sazî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê têkiliyeke xurt dayne.

ARMANC; BI CEWHERA ÎSLAMÊ PÊKANÎNA YEKÎTIYEKE AŞTIYANE

Serokê Komeleya Baweriyan a El-Beyt Şêx Sînan Seydoş der barê komeleyê de got, "Me derfet dît ku komeleya El-Beyt li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin banê Kongreya Îslama Demokratîk de ava bikin. Bi lidarxistina konferansa xwe ya damezrîner re me xwest hemû dildarên Pêxember Mûhammed bi hev re bicivin û modela kar a komeleya El Beyt diyar bikin. Dîsa me xwest em fikir û exlaqên pêxember Mihemed bêtir di civakê de belav bikin. Ji ber ku komên çete yên di bin navê Îslamê de tevdigerin ji her alî ve Îslamê îslam xirab û malwêran kirine."

LI HER BAJAREKÎ NÛNEREK

Şêx Sînan têkildarî kar û rêxistina xwe wiha got: "Em ê nûnerên vê komeleyê li her herêmeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin û ew ê bi pirsgirêkên herêmê re mijûl bibe. Wê bibe  endamê wê civakê. Yek ji armanc û hedefên me ew e ku em cewhera Îslamê ya rast bi rêya  û yekîtiya di navbera Misilman, Xiristiyanan û hemû ol û baweriyan de pêk bînin. Weke tevgera El Beyt em dixwazin cihê xwe di nava civaka Misilman de bigirin û ala Îslama spî biafirînin û civaka xwe hişyar bikin ku nekeve xefika hêzên mîna dewleta Tirk ku Îslamê li dijî civakan weke provokasyonê bi kar tîne."

'WÊ OFÎSÊN JINAN BÊN VEKIRIN, EM Ê HÎN BÊHTIR MEZIN BIBIN'

Endama Saziya Baweriyan a El Beyt Diya El Mekdad destnîşan kir ku Tevgera El Beyt a ku ji bo jinan jî xwedî girîngiyeke mezin e wê guhertinên mezin biafirîne û got, "Di destpêka dîrokê de jin di her warî de ji nedîtî ve dihatin û dengê wan dihat tepisandin. Hemû destketî û nêrînên jinan bi hinceta ol hatine dizîn. Bi konferansa damezirîner a El-Beytî re me xwest dengê jinan bidin bihîstin û teqez bikin ku divê jin bi rola xwe li hemû qadên jiyanê û di nav de ol jî bilîze. Ji bo vê yekê em ê tev li rêxistina El Beyt bibin û rê bidin jinên misilman ku ji fikrên tarî yên ku dijîn û em ê ji bo wan bibin meşaleyekê ji bo ronîkirina rêya wan."

Diya El Mekdad diyar kir ku wê ofîsên taybet ên jinan ên girêdayî komeleyê jî bêne avakirin wiha got: "Wê komîte bi taybetî jî komîteyên jinan bêne avakirin. Ew komîte wê di mijarên ol û baweriyê de bi jinan re di danûstandineke domdar de bin. Bi heman awayî em weke jinên di xebatên komeleyê de jî em ê şopdarên Fatma Zehra bin. Li hemû kanton û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ofîsên me yên taybet ên jinan ên girêdayî Tevgera El-Beyt werin vekirin da ku em bêtir di nava civakê de belav bibin. Bi wê em ê karibin di nava civakê de bi vî rengî û di zîhniyeta jinê de fikreke rast ava bikin."

'BERIYA HER TIŞTÎ KIRYARÊN DEWLETA TIRK WÊ BÊNE RAWEESTANDIN'

Rêveberê Ofîsa Komeleya El-Beyt Nesir Dîn Cuneyd El Seyadî diyar kir ku karê wan ê sereke ew e ku xebatên dewleta Tirkiyeyê li dijî hemû misilmanan bi taybet misilmanên Sûriyeyê rawestînin û wiha domand "Em baş dizanin ku AKP'ê gelê Sûrî ji bo dirêjkirina desthilatdariya xwe bikar tîne. Bi komleya El Beyt re em ê Misilmanan, bi taybetî jî yên Sûrî ji navbera  siyaseta kesekî vegerînin.  Me Komeleya Baweriyan a El-Beyt bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Bi tevgera xwe ya El Beyt re em bi temamî li dijî nîjadperestî û zordariyê ne, bangewaziya me jî li ser esasê nenavendîbûn û biratiya gelan. Ez dixwazim bangekê li gelê me û serokeşîrên me yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne bikim. Di serî de Xwedê wan biparêze û ji wan re dibêjin, nekevin nava hîle û xefikên hêzên mêtinger û li cewher û camêrtiya xwe vegerin."

'EM Ê FIKRÊN ŞAŞ JI HOLÊ RAKIN'

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl behsa polîtîkayên qirêj ên li dijî civaka Rojavayê Kurdistanê tên meşandin kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev hemû polîtîkayên qirêj di bin navê Îslamiyetê de tên meşandin. Bi taybetî di salên dawî de gelek nêrîn û rêxistinbûyînên radîkal derketin holê. Em hemû baş dizanin ku çavkaniya van fikrên reaksîyonel dewleta Tirk e. Ji bo vê jî weke Kongreya Îslama Demokratîk û Yekîtiya Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me weke erka xwe dît ku em vê tundî û fikrê qirêj ji holê rakin. Bi dîtina ku dixwazin civakê bi sembola Îslamê tine bikin, me xwest bikevin dewrê. Bi belavkirin Îslama rast em ê bikin ku jin jî bibin xwedî rol û mîsyon. Me nîqaş kir ku em ê çawa bikaribin kesayetên olî di civakê de jin dibin an mêr bînin cem hev da ku civaka xwe ji van lîstikan rizgar bikin. Ji ber ku çawa ku çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê fîzîkî ve têk çûn, divê ji aliyê fikirî ve jî biçin. Ji ber ku heta niha jî bandora fikrên radîkal ên DAÎŞ'ê hê jî di civakê de heye. Hin kes Îslamê li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin. Bi tevgera baweriya El Beyt re me xwest van ramanan ji holê rakin. Em ê bi rêya wesîqeya Medîne, çîrokên Pêxember Mihemed û ayetên Îslamî, Îslamê bi pêş bixînin."