Tecrîda Îmraliyê li Kobanê û Dêrezorê hate protestokirin

Şêniyên Kobanê û Dêrazorê biryara qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din, protesto kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên li dijî dirêjkirina qedexeya 6 mehan ya hevdîtinê li berameberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zêde dibin.  

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê çalakiyê konvedanê li dar xist.

Xelkê Kobanê, endamên partiyên siyasî yên herêma Firatê û saziyên Kobanê berê xwe dan çalakiya konê.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û bang li welatiyên herêmê kir ku li hember rejîmên desthilatdar ên ku hewl didin bi rêya tecrîdê vîna gelên azadîxwaz bişikînin, têkoşînê bilind bikin.

Endama Rêveber a Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir jî wiha got: "Em îro bi hemû hêza xwe hewl didin li hember dijminê mirovahiyê bisekinin û tecrîda li dijî Rêbertî bişikînin. Ew bi rêya tecrîdê dixwazin me qir bikin. Lê nizanin Rêbertî rêya me ronî kir. Yên ku texmîn dikin bi rêya tecrîdê vîna me têk bibin, şaş in. Ji wê zêdetir em ê têkoşînê bilind bikin, vê tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin."

Endamê Komîteya Rêveber a PYD′ê Ehmed Xoce jî axivî û got: "Em di qonaxeke man û nemanê de ne. Ji bo em hebûna xwe îsbat bikin, em îro li qadan in, da ku desthilat bizanin em bi dil û ruh bi Rêberê xwe re ne û azadiya wî azadiya me ye."

DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclisa herêma Rojava ya Dêrazorê bi dirûşma "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî cenga azadiyê bibin" li bajarokê Seiwê yê rojavayê Dêrazorê konê çalakiyê veda.

Nûnerên saziyên sivîl ên Dêrazorê, nûnerên tevgera ciwanan, nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbiya û hêzên leşkerî û welatî herikîn bin konê.

Endama tevgera ciwanan Rewde El Ewad daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Abdullah Ocalan tevî tecrîda girankirî jî li dijî dewleta Tirk û planên mêtîngeriyê meşaleya serdemê hildigire.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîn bilind bikin.

Piştre serokê Meclisa herêma rojva ya Dêrazorê Mihemed Hîlal li ser navê meclisê wiha got: "Em tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan a ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya herêma Kîsra Ehmed El Cebir jî axivî û wiha got: "Em hemû kiryar û binpêkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîdê li dijî Rêbertiyê û bêdengiya navneteweyî şermezar dikin."

El Cebir bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ji bo têkbirina dewleta Tirk, hilweşandina dîwarên Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevgirtî bin.

Her wiha endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Dêrzorê Sîham El Ebid wiha got: "Em bi