Çeteyan li Efrînê jinek qetil kir

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Taxa Maratê ya Efrînê jina bi navê Qedriye Elî ya 70 salî qetil kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên parastin, roja Şemiyê 3’ê Hezîranê di encama gulebaranê de jina bi navê Qedrîye Elî (70) a ji gundê Kobaka, li taxa Maratê ya lê dimîne bi guleyên bêserûber hatiye qetilkirin.

Rêxistinê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê ev tişt parve kir: “Qedriye Elî li pêşiya baregeha Emniyat a çeteyên Sultan Mihemed El Fatih ên dewleta Tirk a dagirker li taxa Maratê ya navendê bajêr, jiyana xwe ji dest daye.”

Rêxistinê da zanîn ku Qedriye beyî ku dengê guleyan bê bihîstin, ketiye erdê û ew rakirine nexweşxaneya Avrîn a li Efrîna dagirkirî. Piştre diyar bû ku dema vedigeriya mala xwe bi debanceya bêdeng hatiye kuştin.