Cenazeyê şehîd Amed Enteriyê li Qamişloyê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Kadara Ebdurehîm Îsa (Amed Enteriyê) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxanê hat veşartin.

Şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Kongra Star, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şervanê QSD′ê Amed Enteriyê bûn.

Amed Enteriyê di 30′ê Gulanê de li Reqayê dema berê xwe dida Qamişloyê ku erka xwe pêk bîne, di qezayekê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsêxan Gulo axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hevrêyên Amed ên li eniyên berxwedanê re dixwazin."

Şemsêxan Gulo wiha domand: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Ev qonaxa man û nebûnê ye. Erdogan careke din di hilbijartinan de bi ser ket û dê êrîşên xwe li dijî me zêde bike. Duh êrîşî Şengalê kir, Wargeha Mexmûrê dorpêç dike û cezayên dîsîplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtinê heta 6 mehên din ferz kirin."

Şemsêxan Gulo bi vî rengî dawî li gotina xwe anî; "Di dîrokê de Kurd di gelek komkujiyan re derbas bûn lê Kurdan careke din serî hilda û îsbat kir ku ew dev ji doza xwe bernadin."

Li aliyekî din jî hevrêyê şehîd Huner Qamişlo lehengî û fedakariya şehîdan silav kir û wiha got: "Me bi hezaran şehîd dan û bi saya wan me destkeftiyên leşkerî bi dest xistin."

Huner Qamişlo anî ziman ku şehîd Kadar ji 2013′yan ve li gel wan şer dikir. Di gelek pêngavên QSD′ê; Kobanê û gundewarên wê, bajarokê Sirîn, Til Hemîs, Til Birak, pêngava Şehîd Rûbar a rizgarkirina Qamişlo, Kobanê, Şedadê, Minbic û rizgarkirina Tebqayê, rizgarkirina Reqayê û şerê têkbirina terorê li Dêrazorê, pêngava Baxozê, Şengalê de beşdar bû. Her wiha di veguhastina Êzidiyan li xaka Rojava û vekirina rêya ewle de jî beşdar bû.

Her wiha bavê şehîd Kadar, Ebdurehîm Îsa jî wiha got: "Em soz didin şehîdan heta serkeftinê li ser şopa wan bin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di nava tilîliyên dayikan de cenazeyê şehîd Amed Enteriyê hate veşartin.