Li Efrînê 650 darên hinarê hatin birîn

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi sedan darên hinarê birî.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên Tûgaya El Hemzat a dewleta Tirk li gundê Eyn Dara 650 darên hinarê birî.

Hate hînbûn ku darên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hemkiro yê ji gundê Gurzêlê hatine birîn.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku axa Kurdan dagir kiribû, rejîmeke teror û talanê ava kiribû.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya di 1’ê Hezîranê de, di meha Gulanê de li navenda bajarê Efrînê û navçeyên Mabata û Racoyê herî kêm 900 darên zeytûn û mêweyan hatine birîn. Ev darên hatine birîn li bazarên Efrîn, Ezaz, Îdlib û Cerablûsê hatin firotin.