Rêxistina Albeyt damezrandina xwe îlan kir

Tevgera baweriyê ya bi navê Al Sada Al Asarif Albeyt li Tebqayê damezrandina xwe îlan kir.

Tevgera baweriyê a bi navê Al Sada Al Asarif Albeyt (dildarên Hz. Muhammed) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin sîwana Kongreya Îslama Demokratîk de ye, piştî bidawîkirina xebatên xwe yên amadekariyê ya du mehan, îro konferansa xwe ya damezirandinê li dar xist.

Di konferansa ku li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hat lidarxistin de, 500 delegeyên ku ji alimên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser û gelê herêmê pêk dihat, beşdar bûn.

Konferans bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên parastina ax û baweriyên xwe dest pê kir. Di destpêkê de beşek ji Qurana pîroz hat xwendin.

Di axaftinên de hate destnîşan kirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ola Îslamî ji bo siyaseta xwe bi kar tîne û hate gotin ku pêwîst e ji her alî ve li dijî wan û dagirkeriyê têkoşîn bê meşandin.

Konferans bi axaftinên nûnerên Rêveberiya Xweser didome.