Yek ji lehengên şerê Kobanê: Feysel Abu Leyla

Yek ji şervanên Abu Leyla yê bi navê Mûsa El Helebî diyar kir ku heta kêliya dawî Abu Leyla bê navber di nava berxwedanê de bû û got: "Divê em bi yekîtiya xwe bidin ser şopa hêvî û armancên şehîdan."

Fermandariya Giştî Tûgaya Şemis El Şîmel Feysel Bîlel Sedûn (Feysel Abu Leyla), di sala 1984’an de li Kobanê jidayik bû, li nava malbateke feqîr mezin bû. Bavê çar zarokan bû. Di çêkirina erebeyan de kar dikir. Dema ku şoreş hat destpêkirin tevlî şoreşê bû, li dijî rejîma Baasê têkoşiya. Yek ji avakerên Tûgaya Cebhet El Ekrad li bajarê Minbicê bû. Li wir de yek ji fermandarê lîwayê bû.

Li dijî rejîma Baasê li Eşrefiyê, Şêxmeqsûd, Heleb a Kevn, Latqiye şer kir. Piştî derketina Cebhet El Nûsra û DAÎŞ’ê li Minbic û Cerablûsê, Babê, Pira Qereqozan, Eyn Îsa û Girê Spî şer kir û tevlî berxwedana Kobanê bû. Mohra xwe li şerê Kobanê xist. Tevlî pêngavê rizgarkirina bajarokê Sirînê bû û heta bi Minbicê bê navber şer kir.

Yek ji şervanên Abu Leyla yê bi navê Mûsa El Helebî got ku ew di sala 2013’an de bi Feysel Abu Leyla re tevlî şoreşê bû û got: "Ez li bajarê Helebê tevlî bûm. Taybetmendiyên Feysel Abu Leyla bû sedem ku ez tevlî Şemis El Şîmel bibim. Min ti carî xeyal nedikir ku rojekê ez tevlî Şemis El Şîmal bibim, lê wî bi berxwedana xwe û tezên xwe yê jiyanê ez kaşî xwe kirim. Me li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û di tevahî pêngavên li dijî DAIŞ’ê de ji Kobanê û heta bidawîbûna wan, me di her pêngavê de cih girt."

Piştî pêngava Rizgarkirina Minbicê ya ku di 1’ê Hezîranê de destpê kir, Feysel Abu Leyla ku serkêşiya pêngavê dikir û yek ji fermandarên eniyê şer bû, ku di dîroka 5’ê Hezîranê de şehîd bû, ji bo rêzdarî û wefedariya ji ked û berxwedana wî re, pêngav li ser navê wî berdewam kir; ‘Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Abu Leyla’. Di 15’ê Tebaxa 2016’an de Minbic û gundewarê wê bi tevahî ji tarîtiya DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.

FERMANDAR EBÛ LEYLA HETA PÊNGAVA RIZGARKIRINA MINBICÊ ŞER KIR

Mûsa El Helebî destnîşan kir ku ji hemleya Kobanê heta rizgarkirina Minbicê Feysel Abu Leyla li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşiya û got, “Me bi kêfxweşî û xemgînî her bi hev re jiyan kir. Kêliyên di jiyanê de yên herî xweş ew in ku di şerê Kobanê de ez û Abu Leyla bi hev re bûn. Taybetmendiyên Feysel Abu Leyla ew bû ku çendî tu xemgîn be, bi gotinekê mirov bi moral dikir.”

Mûsa El Helebî anî ziman ku Abu Leyla bi moraleke gelekî mezin beşdarî hemleya Minbicê bû û wiha pê de çû: “Dema em gihîştin gundê Xefiyit Abu Qelqel li wir êrîşên DAÎŞ’ê bi awayekî bi hov li ser me hatin. Gelek çete bi rengekî xwekujî û xwe bombekirî êrîş kirin. Komek ji Şemis El Şîmel hat dorpêçkirin, dema ku Abu Leyla ev tişt bihîst çeka xwe rakir û berê xwe da wê komê. Di wê demê de min jî xwe bi Abu Leyla re kir heval û em çûn. Destpêkê em gihîştin gund, di navbera me û çeteyan de şer qewimî. Di wan kêliyan de çeteyan bi obus û tankan êrîş kirin. Di wê demê de ji min re got 'binêre ev obus ji ku tên'. Di navbera min û wî de du metre hebûn. Di wê kêliyê de min dît ku obusek bi ser me de hat. Ji toz û dumanê tiştek xuya nedikir. Dema ku toz çû min dît Feysel Abu Leyla li ser erdê ye û birîndar bûye. Min çendî gazî Abu Leyla dikir lê bersiva min neda. Lê min nizanîbû ku ji serê xwe de birîndar bûye.”

‘EM XEYALÊN ABU LEYLA PÊK BÎNIN’

Mûsa El Helebî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber birîndarbûna me ez birim nexweşxaneya Kobanê, Abu Leyla jî birin Başûrê Kurdistanê. Piştî çend rojan agahiya şehadeta wî hat. Kêliyeke bi êş bû, nayê jibîrkirin. Ez bang li her şervanê ku niha di çeperê şer de dikim ku em her tim li ser rêya şehîdên xwe bin. Bi yek destî em li ber xwe bidin, ev xeyalên Abu Leyla ye. Divê em jî bi yekîtiya xwe bidin ser şopa hêvî û armancên şehîdan."