Li herêma Firatê xêr û bêra îsal zêde ye

Ji rêveberiya Depoya Genim a gundê Rovî ya li başûrê Kobanê Ziyad Ebdulah diyar kir ku îsal ji ber barîna zêde ya baranê genim zêde hatiye.

Xêr û bêra îsal a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ber barîna zêde ya baranê gelek e. Li herêma Firatê. Ji ber êrîşêên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê, her wiha piştî dagirkirina Girê Spî 3 depoyên genim bi temamî ji xizmetê derketin. Depoyên Mişêrifê, Eyn Îsa û Qizelî ji ber êrîşkariya dewleta Tirk nikarin bixebitin. Lewma jî şêniyên Girê Spî û Eyn Îsayê berhemên xwe dibin Kobanê û Reqayê.

Li ser asta herêma Firatê 3 navend hatine diyarkirin: Galta ya li Reqayê û Rovî û Sirînê.

DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 12 HEZAR TON GENIM

ji Rêveberiya Depoya Genim a gundê Rovî yê li başûrê Kobanê Ziyad Ebdulah di derbarê wergirtina genim axivî û diyar kir ku wan 12 hezar ton genim rakirine. Ziyad Ebdulah got, "Sala bihurî me bi qasî 12 hezar ton genim wergirt. Lê îsal ji ber barîna zêde ya baranê, genim zêde tê bidestxistin. Tenê di nava 7, 8 rojan de 12 hezar ton genim hatiye wergirtin."

Ziyad Ebdulah anî ziman ku depoyên genim êdî hemû tijî bûne, wan dest bi standina çiwalên genim kirine û got, "Wergirtina genim a çiwalan heta heyva Tebaxê wê dewam bike. Divê gel jî bi me re bibe alîkar ji bo em bikaribim berhemê xwe bi rêk û pêk rakin."