Li Şehbayê 5 gerîlayên şehîd bûn, hatin bîranîn

Li herêma Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê yên şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê li gundê Til Qirahê yê girêdayî kantona Şehbayê merasîma xiyabî ji bo şehîdên YJA Starê “Gul Çiya, Pelşîn, Gulan, Hêjar Zozan, Leyla Amed” ên ji Bakurê Kurdistanê, li dar xist.

Şehîd Gulan di 7`ê Hezîrana sala 2002’yan de, şehîd Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz di 29'ê Nîsana 2019'an de, Hêjar Zozan di 16'ê Nîsana 2023`yan de û Leyla Amed jî di 11`ê Adara 2023’yan de şehîd bûn.

Bîranîn li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat û bi sedan kes ji xelkê Efrîn û Şehbayê tevlî measîmê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, navên şehîdan hatin xwendin û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm axivî.

Şaziye Îbrahîm destnîşan kir ku jineke bi tenê jî bimîne wê têkoşînê dewam bikin û got, "Dem dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye."

Di dawiya merasîmê de wêneyên şehîdan diyarî dayikên şehîdan hatin kirin û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.