Tecrîda Îmraliyê li Reqayê hat protestokirin

Dirêjkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Reqayê hat protestokirin.

Endamên meclisên sivîl, leşkerî, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kombûna Jinan a Zenûbiya û partiyên siyasî meşeke girseyî li dar xist. Meş, ji Qada Kombûnê dest pê kir û heta bi naverasta Reqayê dom kir.

Welatî li pêş Qada Meclisa Giştî ya li naverasta Reqayê kom bûn. Welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li "Em bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin" nivîsandî, hildan.

Li Qada Agirkujiyê ya li başûrê Reqayê meş veguherî mîtîngê. Li wir hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û wiha got: "Em îro derketin da ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin. Em li ser li felsefeya Rêbertiyê ya avakirina Sûriyeyeke pirreng a demokratîk a nenavendî dimeşin."

Zelîxe wiha domand: "Em jinên Reqa û gundewarên wê bi partiyên xwe yên siyasî soz didin Rêbertî ku têkoşînê geş bikin û bi rihekê berpirsyar tev bigerin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê pêk bînin."

Li ser navê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Elî Salih daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Dîrok têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo mirovahiyê dinivîse. Rêber Abdullah Ocalan projeyeke navneteweyî pêşkêş kir da ku li dijî çewisandin û despotiyê ji gelan re bibe meşaleya azadiyê."

Meclisê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîrokê de mîna wê pêk nehatiye.

‘WÊ DEWLETA TIRK DI PLANÊN XWE DE BI BIN BIKEVE’

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku nêzê 25 salan e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedaneke bêhempa di girtîgeha yekhucreyî de dimeşîne û wiha hate gotin: "Bi wê yekê li hember tevahî zehmetî û astengiyan bi rihekê bilind disekine. Her wiha di girtîgehê de projeya neteweya demokratîk û biratiya xwişk û gelan mîna projeyeke siyasî ya alternatîfa modela netewedewletê pêşkêş kir. Ji lew re tecrîdeke giran li ser ferz dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê dewleta Tirk di planên xwe yên qirêj ên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siyaseta xwe ya dijminane de bi bin bikeve.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mirovî, hêzên demokratîk û hezkiriyên aştiyê hate kirin ku zextê li dewlet Tirk bikin û wê neçar bikin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde.