Li Eyn Îsayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin

Li navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên kantona Girê Spî ji pêşiya Mizgefta Mezin a li navçeyê dest bi meşê kirin. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star rakirin û bêyî navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî serok Apo” berz kirin.

Meş li Çarxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitîngê. Li vir Endama Kongra Star Hedle Hec Muslim axivî.

Hedle bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li girtîgeha Îmraliyê û got: “Desthilata Tirkiyeyê zêdetirî 2 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Bi vê yekê dixwaze îradeya wî bişikîne, ji ber ku gelên azadîxwaz fikrên Rêber Abdullah Ocalan wekî rêya pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê dibînin.”

Hedle, bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar a li hember kiryarên dermirovî yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê, rexne kir.

Hedle bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşînê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan.