Şehîd Ebû Leyla li Kobanê hat bibîranîn

Şehîd Feysel Ebû Leyla bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate bibîranîn.

Şehîd Feysel Ebû Leyla bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate bibîranîn. Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û heval û malbata şehîd beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Di serî de endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir bal kişand bi ser rola şehîd Feysel Ebû Leyla ya di têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de û got: "Yên ku bi şehîd Ebû Leyla re şer kiriye lehengî û dilnizmiya wî nas dike, ew ji bo şervanên ku niha herêmên xwe diparêzin bûye nimûneya lehengiyê."

Her wiha endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El Îdo şehîd Feysel Ebû Leyla bi bîr anî û şopa ku wî di dilê şêniyên herêmê de hiştiye anî ziman.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Di 3'yê Hezîrana 2016'an de Feysel Ebû Leyla di şerê li dijî DAÎŞ'ê yê di çarçoveya pêngava rizgarkirina Minbicê de bi giranî birîndar bû, lê tevî hewldanên bijîşkan jî ew di 5'ê heman mehê de şehîd bû.

Şehîd Feysel di cengên li dijî hêzên hikumeta Şamê de yên taxên Helebê wek Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Heleba Kevin û li Laziqiyê û Eyn Îsayê beşdar bû. Her wiha di berxwedana dîrokî ya Kobanê, pêngava rizgarkirina Sirînê, Girê Spî û pêngava rizgarkirina Hol û Şedadê de jî cih girt.