Li Efrîn a dagirkirî mêtingeheke nû hate avakirin
Li gundê Kefer Rûmê yê navçeya Şera ya Efrîn a dagirkirî, koloniyeke nû hate avakirin.
Li gundê Kefer Rûmê yê navçeya Şera ya Efrîn a dagirkirî, koloniyeke nû hate avakirin.
Li gorî agahiyan, dewleta dagirker di çarçoveya guhertina demografîk de li gundê Kefer Rûmê yê navçeya Şerayê mêtingehek nû çêkiriye.
Mêtingeha nû ji 50 avahiyên 4 qatî pêk tê. Wê malbatên çeteyên ku şandine welatên din, li wê mêtingehê werin bicihkirin.
Dewleta Tirk a dagirker li nêzî gund jî mêtingehek nû çêdike. Ew mêtingeh jî ji 200 avahiyan pêk tê.