Dewleta Tirk li Cindirêsê kesek revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kesek revand.

Li gorî çavkaniyên herêmî, dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî li herêma dagirkirî, welatiyê bi navê Amir Muslim Silêman (34) ê li gundê Hecîler ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê rûdinişt, revandin.

Silêman ê hatî revandin ber bi cihekî ne diyar ve hate birin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî li dijî xelkê Efrînê û xwezaya wê rojane sûc û binpêkirinan dikin.

DI MEHA GULANÊ DE HERÎ KÊM 53 KES HATINE REVANDIN

Dewleta Tirk a ku di sala 2018’an de Efrîn dagir kir, dema ku li herêmê rejîmeke terorê ava kir, sûcên giran ên weke revandin, dizî, destavêtin, êşkence û înfaz dike. Her roj sûcên nû li van sûcan zêde dibin.

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan li Efrînê, ji sala 2018’an û vir ve zêdetirî 800 sivîl hatine qetilkirin, zêdetirî 7500 kes jî hatine revandin. Hin ji wan ji bo fidyeyê hatin berdan, çarenûsa gelek ji wan hîn ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk di meha Gulanê de li herêma Efrînê zarokek qetil kir û 4 jê jin herî kêm 53 kes revandin.