Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi çalakiyeke kon daxwaza azadiya fazîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Bi tevlîbûna dehan sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xelkê herêma Firatê ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî bikin, kon danîn û dest bi çalakiyê kirin.

Li kon ku wêneyê Ocalan hatibû hildan bê navber dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ qîr kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û gelê Kurdî serî li ber koletiyê rakiriye û qeyd û bendên kolekirinê şikandine û got: “Wan bi fikir û felsefeya Rêber Apo zincîrên koletiyê şikandine. Bi tecrîdê dixwazin navbera Rêber Apo û gel de navberê çêbikin. Di dîrokê de dema rêveberê tevgerê dihate girtin, tevger temamî tine dibû; em weke tevger dawî nabin û em ê bi ser bikevin.”

Ji Rêvebera Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir jî axivî û diyar kir ku di sedsala 21’ê de felsefeya azadjiya jinê ku bi pêşengtiya felsefeya Ocalan pêş ketiye, her diçe mezin dibe û belavî cîhanê bûye û got: “Dixwazin di kesayeta Rêber Apo de hemû destkeftî, dîrok, hebûn û çanda vî gelî tine bikin. Em di qonaxeke hestyar re diborin, wê helwestên me yên li ber dagirker û tecrîdê mezin be. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome.”

Endamê Desteya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce anî ziman ku çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.”

Çalakî bi dirûşman dawî bû.