Cenazeyê şervanê QSD'ê Idrîs El Hemûd li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD`ê Idrîs El Hemûd bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD`ê Idrîs El Hemûd bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye hat veşartin.
Bi sedan şêniyên Hesekê û endamên tevahî sazî, navendên sivîl û leşkerî yên bajêr, tev li merasîma veşartina şehîd Idrîs El Hemûd (Dibrîn) bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Cewad axivî û sersaxî da malbata şehîd.
El Cewad wiha axivî: “Rêya şehîdan, rêya me ya pêkanîna armancên şoreşa me û pêkanîna hêviyên gelan e û wê ji bo gelên me bibin minare.”
Ji fermandarên Nivîsgeha Şehîdan a QSD`ê ya Herêma Cizîrê Mistefa Şerîf got ji destpêka şoreşê ve, dewleta Tirk a dagirker şerê gelên herêmê dike û wiha domand: “Bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serkeftin wê hertim para me be.”
Şerîf eşkere kir ku gelê herêmê xwedî li hêzên leşkerî derketin û bi tevahî rêbazan piştgiriya wê dikin da ku armancên şehîdan pêk werin û Sûriyeyeke demokratîk a azad, ava bibe.
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wê kir.
Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Idrîs li goristanê veşart.