Şervanekî HRE'yê şehîd bû

HRE'yê ragihand ku şervanê wan Têkoşer Efrîn (Gîvara Nesen) di 5'ê Tîrmehê de dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî şehadeta hevrêyê xwe Tekoşer Efrîn daxuyaniyek nivîskî da û nasnameya şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniya HRE`yê de ev agahî hatin parvekirin: “Hevrêyê me Tekoşer Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome de kar û xebatên xwe dida meşandin, roja 5’ê Tîrmehê dema li ser wezîfeya xwe bû, şehîd bû.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Bajarê me Efrîn yek ji wan bajaran e ku bi derketina Rêber APO ve li ser dika dîrokê, gelê me hebûn û nasnameya xwe di fikr û felsefeya Rêbertîyê de dîtin. Gelê me bi taybetî ked û hewldanên Rêber APO ji nêz ve şopandin û bûn şahidên rastiya Rêbertî. Ewladên xwe yên herî hêja û bi nirx di oxira azadî û serxwebûna welat de diyariyên doza pîroz kirin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve ev yek hîn bêhtir bi rêxistin bû, ref bi ref di çeperên şer de ewladên gelê me li hemberî dijminên herî hov û xwînxar parastina ax û rûmeta gelê xwe hilgirtin li ser xwe. Bajarê Efrînê ku pêkhateyên wî di nava aramî û xweşikahiyê de dijiya, bû tirs û xewna dagirkirina xeyalên dewleta Tirk a dagirker. Di sala 2018’an de dema êrîşên qirkirin û tunekirinê li ser gelê Efrînê hat kirin de rêhevalê me Tekoşer ev hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wî li ser bajarê xwe ji nêz ve bi çav û dilê xwe ve dît û hîs kir. Rixmê bi temenê xwe yê ciwantiyê jî, bi coş û kelecanekî herî mezin xwe bi rêxistin kir, di rastiya êş û azara gelê xwe de kûr bû, bû sedem ku tevlî nava refên hêzên me bibe. Ji roja ku tevlî nava hêzên me bû û heta kêliya ku şehîd bikeve rêheval Tekoşer ji bo rizgariya bajarê xwe ked û hewldanekî bê hempa da raberkirin, bi rûkenî, coş û heyecana tolgirtina êşa gelê xwe ve xwe di perwerdeyê de kûr kir. Di demekî nêz de hem di warê leşkerî bi taybetî bûyîna xwedî branş da kedekî mezin raber kir. Di warê bîrdozî de xwe bi pêş xist, di rastiya êşa welatê xwe de xwe ji nû ve ava kir, li derdora hevalê xwe hêlîna xwe di dilê hevalê xwe de çêkir. Bi dilnizmî, hezkirina ax û rûmeta welat ve di temenên xwe yên ciwan de bi armancên mezin kesayetek avakir.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Tekoşer re û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em wek rêhevalên wan carekî din dubare dikin ku bîranîna şehîdên me yên leheng di oxira vê doza pîroz û tekoşîna meya azadiyê de her demê bên bibîr anîn, di dil û mejiyê xwe de em ê şehîdên xwe ji her demê zêdetir mezin bidin jiyankirin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Tekoşer Efrîn
Nav û Paşnav: Gîvara Nesen
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 5’ê Tîrmeha 2023