Ehmed Mihemed ê ji Kobanê 35 sal in solan çêdike
Ehmed Mihemed yê ku solçêkeriyê ji bavê xwe hînbûye û 35 sal in vê hunerê berdewam dike, diyar kir ku divê li dijî pergala heyî ked û hunera destan bê parastin.
Ehmed Mihemed yê ku solçêkeriyê ji bavê xwe hînbûye û 35 sal in vê hunerê berdewam dike, diyar kir ku divê li dijî pergala heyî ked û hunera destan bê parastin.
Ehmed Mihemed ê 48 salî li Kobanê bi navê Heysemê solçêker tê naskirin. Mihemedê ku ji gundê Minazê ya rojavayê Kobanê ye, her sibe li ber siya darê ya li mizgefta mezin a taxa Gomrigê rûdine, li benda kiryarê xwe dimîne. Mihemed diyar kir ku ew her sibe tevî alavên mîna çakûç, mîx, kelpetan, ta, daban û kemce tê ber mizgeftê û dest bi xebatê dike.
Ehmed Mihemed da xuyakirin ku tevî şert û mercên berê yên dijwar, ew vê hunerê ji bavê xwe hînbûye û wiha got, “Ez hêj zarok bûm, li ber destê bavê xwe hînê vî karî bûm. Ji bo min ev kar weke hunerek e. Di salên borî de ev kar eleqeyek mezin didît, lê di salên dawî de bi derketina makîneyên dirûtinê û kargehan ev kar lewaz bûye. Lê kiryarên me hene û girîngî didin solçêkeriya bi destan, ji ber wê em xebata xwe berdewam dikin.”
Mihemed anî ziman ku ew 35 sal in bê navber karê solçêkeriyê berdewam dike û wiha domand, “Ev kar ji bo min weke hunerekê ye. Karek zehmete. Bi destan em solan didirûn ango çêdikin. Sebrek mezin dixwaze. Ji ber ku zehmetiyên vî karî hene, nifşên nû xwe nadin ber ku hînbibin. Bavê min bi qasî 40 salan vî karî kir. Lê êdî ev çand hêdî hêdî bi me re winda dibe. Em hewl didin ku biparêzin.”
Mihemed diyar kir ku, divê gelê me xwedî li çanda xwe û kevneşopiyên xwe derkevin û ji bo parastinê zarokên xwe bidin hînkirin.