Gelên herêma Cizîrê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan
Gelên herêma Cizîrê li dijî tecrîd û gefên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Gelên herêma Cizîrê li dijî tecrîd û gefên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Li bajar û navçeyên Kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan, tecîrd û gefên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
QAMIŞLO
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî ya rojhilatê bajêr heta Çexerêya Şehîd Rûbar Qamişlo meşiyan. Şêniyan bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.
Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo rawestiya. Li wir Hevserokê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê Mistefa Ehmed axivî. Ehmed berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gelan a ji bo azadiyê silav kir û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kir.
Ehmed anî ziman ku nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewama komployên li dijî gelên berxwedêr e û wiha domand: " Rêbertî nûnertiya mirovahî û demokrasiyê dike, di kesayeta wî de dixwazin îradeya gelan bişkînin."
Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna tevgerên şoreşger a li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker wê berdewam bike û bal kişand ser xwedîderketina gel a li ramanê Rêberê Gelê Kurde Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Proje û felsefeya Rêbertî rêya yekane ya azadiya gelan e. Îro em dibînin ku tevahî pêkhate; Kurd, Ereb, Çerkez, Suyran û Tirkmen li qadên têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk diqîrin."
Mistefa Ehmed durûtiya CPT'yê jî rexne kir û jê xwest ku der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de erka xwe bi cih bîne.
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê jî bi hezaran kesî bi meşekê li hember nameyên gefxwarinê yên dewleta Tirk a dagirker dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da.
Meş ji çerxerêya Îtfayê ya li taxa Til Hecer dest pê kir û li çerxerêya Dêra Asûriyan bi dawî bû. Şêniyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker berz kirin.
Meş li çerxerêya Dêra Asûriyan veguherî mîtingê û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Hesekê Farûq Tozo axivî. Farûq Tozo got: "Armanca dewletên komploger têkbirina tevgerên azadî û demokrasiyê ye. Dewlet a Tirk di ramanê Rêber Abdullah Ocalan de tunebûna xwe siyasî dibîne û ramanê wî wekî xetereyekê li ser qedera xwe dibîne."
Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike da ku dengê azadî û demokrasiyê bigire û Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bike.
Zozan Gul anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse, lew ra tecrîda li ser wî giran dike.
Gul, îşaret bi nêzîkatiyên CPT'yê kir û anî ziman ku CPT'yê ji rêgezên xwe yên bingehîn û erka xwe dûr ketiye û bi dewlet aTirk a dagirker re tevkariyê dike.
Zozan Gul di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Dewleta Tirk gefa jehrîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwe. Eger jiyana Rêbertiya me bikeve xetereyê em jiyana cîhanê bikin dojeh, ji ber ku bê serok jiyan nabe, em ê li derdora Rêbertiya xwe bibin xeleke agir û serî hildin."
Mîting bi dirûşmên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê jî bi heman armancê bi sedan kes herikîn qadan. Şêniyan ku ji qada Azadî heta sûka navnedî ya navçeyê meşiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" berz kirin.
Di çalakiyê de endamê PYD'ê Hisên Elî axivî û got: "Bila dijimên gelan baş bizanibin ku felsefeya Rêbertî rêgeza me ya bingehîn e. Em ê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin."
Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif jî ev tişt got: "Derketina me ya qadan hevgirtina me ya nîştimanî ya li hember zext û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêbertî nîşan dide.''
Şadiya Yûsif bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rejîma Tirk kiriyarên xwe yên dermirovî didomîne û civata navneteweyî bêdeng e. Lê ev yek îsrara me zêde dike, em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê bidomînin."
TIL BIRAK
Meclîsa Navçeya Til Birakê ya Kantona Qamişloyê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Meş ji pêş firna alî ya li başûrê navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" û"Azadî û edalet ji Rêber Abdullan Ocalan re" hatin hildan.
Li naverasta navçeyê meş vegerî mîtîngê. Li wir endama meclîsa navçeyê Yemame Mehmûd axivî û bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîd li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan şermezar kir û bang kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin.
Endamê Komîteya Dibistanên Navçeya Til Birakê Mihemed Zêdan îşaret bi berxwedana gelan a li dijî tevahî siyasetên li ser vîn û Rêberê wan Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Em ê bi pênûsên xwe li hember tifing û siyasetên şerê taybet ên li dijî herêm û rêberê me bisekinin."
TIL TEMIR
Li Til Temirê yê Hesekê jî ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan ku desthilatên dewleta Tirk dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hate lidarxistin.
Meş ji pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li taxa Şehîd Sîdar vegerî mîtîngê. Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd û endama rêveber a Kongra Star Ayhan Yûnis axivîn û name şermezar kirin.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsiyê jî bi sedan kesî ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê ku radestî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine kirin, meşeke girseyî li dar xist.
Meş ji pêş mizgefta Hac Sultan ber bi kolana sûka navendî ve bi rê ket. Di nava meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Li sûka navendî hevserokê PYD′ê yê navçeyê Mihemed Xelef axivî û got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan di girtîgehên dagirkeran de li ber xwe dide û dewleta Tirk jî bi hemû rê û rêbazan hewl dide di kesayeta Rêbertî de gelan tune bike.
Xelef wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker nameyên gefxwarinê ji Rêber Apo re dişîne. Em ê destê her kesî dirêjî tenduristiya rêbertî dike, qut bikin û berdêl çiqas giran be em dev ji Rêbertiya xwe bernadin."
Endama Kongra Star a navçeyê Hojîn Hêrez jî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şandina nameyên gefxwarinê şermezar kir û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û li qadan bin.
GIRKÊ LEGÊ
Li navçeya Girê Legê jî meclîsa navçeyê daxuyaniyek da. Hevseroka Rêveberiya Dibistanên Girkê Legê Lema Hisên bi zimanê Kurdî û endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Navçeya Girkê Legê Ebdurezaq Şehade El Salim bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.
Daxuyanî li qada Şehîd Xebat bi amadebûna endamên saziyên civaka sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û hêzên leşkerî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin îsrara dewleta Tirk a dagirker a dewamkirina tecrîdê û şandina nameyên gefxwarinê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşaneya dewamkirina siyaseta qirkirina Kurdan e. Lê rêxistinên mirovî û CPT′ê li hember vê yekê bê deng in.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk bibe û şandina nameyên gefxwarinê ku dê rêbertî jehrî bikin binpêkirina exlaq û pîvanên navneteweyî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicivin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê geş bikin.
ŞEDADÊ
Şêniyên herêma başûrê Kantona Hesekê (Hol, Deşîşa, Mergede, Şedadê) jî bi heman armancê meşek li navçeya Şedadê kom bûn û ji pêşiya meclîsa navçeyê dest bi meşê kir. Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl tev li meşê bûn.
Meş li kolana giştî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Kongra Star Emîr Seed axivî û diyar kir ku hêzên kapîtalîst hewl didin îradeya gelên azad teslîm bigirin.
Endamê PYD`ê Fadil El Ehmed jî anî ziman ku dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
TIL HEMÎS
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Hemîsê jî bi amadebûna bi dehan endamên sazî û meclîsên sivîl daxuyaniyek da. Hevserokê PYD`ê yê navçeyê Xalib Sedûn daxuyanî li pêşiya Navenda Çandê xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayîna nameyên gefxwarinê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hemwextî sedsaliya Peymana Lozanê nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xeteriyê de ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zextên li dijî Rêbertî, di heman demê de li djiî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku li felsefeya Rêbertî xwedî derketiye ne. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hember pergala tecrîd û êşkenceyê xwedî helwest bin.