Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim têkildarê agahiyên ku endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Sabrî Ok di der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de parve kirine, ji ajansa me re axivî.
Sabrî Ok, tev li bernameya taybet a Stêrk TV`yê bûbû û gotibû: “Lê em dizanin ku wextekê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê nameyên bênav û bênavnîşan dane Rêber Apo. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re gotiye: ‘'Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî.”
Salih Muslim got: “Em li hember agahiyên ku hevrê Sabrî Ok bi bîr xistine, şaş man. Rastiyek heye ku her kes û Tirkiye jî pê dizane. Rastî ev e ku hebûna gelan girêdayê hebûna Rêber Abdullah Ocalan e, nebûna wî jî tê wateya tunebûna gelan. Lewma, dewleta Tirk bi hemû rêbazan dixwaze tecrîda li ser Rêbertiyê giran bike. Heta niha di der barê Rêbertiyê û rewşa wî ya tenduristiyê de tu agahî nîn in.”
Salih Muslim wiha li axaftina xwe dewam kir: “Tiştê giring, girêdana me bi têkoşînê re ye. Gel çiqas têkoşîna xwe di hemû aliyên siyasî, aborî û civakî de mezin bike, em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê misoger bikin. Muslim got: “Dijminê me ji hemû nirxên mirovî bê par e, zarok û jinan qetil dike, komkujiyan dike û çekên kîmyewî bi kar tîne, dikare Rêbertiyê jehrî jî bike.”
Muslim, bang li tevahî gelan kir ku li gorî hesasiyeta mijarê tev bigerin, serî hildin û Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi tenê nehêlin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê, bi tevlêbûna endamên kombûnê, rêxistinên civaka sivîl, nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî û Meclisa Xedra ya Idlibê têkildarî agahiyên dawîn ên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Endama rêveber a kombûnê Şehrezad El Casim daxuyanî xwend û got li ser navê Koordînasyona kombûnê li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ew vê kiryara hovane ya li dijî tevahî prensîb, exlaq û pîvanên mafên neteweyî yên mirovan e şermezar dikin. Nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan ji navenda îxanet û zilmê Îmraliyê re dişînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker, bi van kiryar û şantajan û bi rêya gefxwarinê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jehrî bike, hewil dide vîn û hêza wan bişikîne.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û her kesê têkildar hate kirin ku tedbîrên pêwist ên sînordarkirina van kiryarên derexalaqî û krîmînalîzekirinê pêk bînin, da ku li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewle bin, parêzer û malbat pê re hevdîtinê bikin.
Têkildarê mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li pêşiya avahiya xwe ya li Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Akademiya Şehîd Emîghan Cûdî ya herêma Firatê Ronahî Ehmed daxuyaniya meclisê xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji 3 sal in tecrîdê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike. Lê tevî wê jî gelê herêmê xwedî li Rêberê xwe derket û li qadan bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro jî desthilata Tirk nameyên gefxwarinê dane wî ku derfet heye wî bi jehrê bikujin û hat gotin ku ev gef ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e lê belê li ser tevahî gelên azadîxwaz e.
Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê û Kurdistanê hat kirin ku ji bo pêkanîna edaletê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û heta azad bibe li qadan bin.
Di heman çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê, li pêşiya avahiya Desteya Ciwanan û Werzişê ya herêma Firatê ya li Kobanê daxuyaniyek da.
Endamê rêveberiya tevgerê Mistefa Sidîq daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Zêdeyê 28 mehan e dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li Rêbertiyê ferz dike. Li gorî agahiyên vê dawiyê, di wê tecrîdê de jî gef lê dixwe ku dê wî bi jehrî bikin. Em van kiryarên derexlaqî yên li dijî Rêberê xwe şermezar dikin.
Em ciwan, heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê li gor berpirsyariyê tev bigerin û xwediyên rastîn ên vê axê bin ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan.
Em amade ne di ber parastina vê axê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê xwe de, canê xwe feda bikin.”