Li Dêrazorê tecrîd hat şermezarkirin

Li Dêrazorê tecrîd û gefên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Bi dehan şênî, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl, leşkeri, saziyên jin û ciwanên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî tecrîd û gefên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Meclîsa Herêma Rojhilattê Dêrazorê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê encamê meclîsê Ebdulqehar El Ebid ve hat xwendin. El Ebid anî ziman ku delweta Tirk, dewletên Yekîtiya Ewropayê, Rêxistina Mafên Mirovan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji rewş û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsiyar in. El Ebid diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê welatên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan tavilê destwerdanê bikin.

El Ebid diyar kir ku şêniyên herêma Dêrazorê dê li hember kirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destgirêdayî nemînin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.