‘Tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir girîng e û divê bê parastin’

Di komxebeta Lozanê ya li Hesekê tê lidarxistin de ev peyam hat dayin, “Tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir girîng e û divê bê parastin.”

Komxebata têkildarî Peymana Lozanê ku 2 roj e li Hesekê tê lidarxistin, bi nîqaşên der barê rewşa Kurdan û astengiyên pêşberî wan, dewam dike.

Rûniştina çaremîn a komxebatê ji aliyê rojnamevan û aktîvîsta dozên civakî û siyasî Newroz Reşo ve tê birêvebirin.

Di rûniştinê de 2 mijarên sereke tên nîqaşkirin. Mijara yekemîn têkildarî rewşa siyasî, çandî, aborî û civakî ya heyî ya Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê ye û Berpirsê Nivîsgeha Bîrdozî û Şêwirmendî ya YNK`ê Arêz Ebdullah tê de axivî. Arêz Ebdullah her wiha behsa rola siyasî ya Kurdan di çarenûsa siyasetên dewletên dagirkerên Kurdistanê û guhertina demokratîk li herêmê de kir.

Ebdullah ku bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bû, behsa rewşa heyî ya gelê Kurd kir.

Ebdullah diyar kir ku Lozan ji bo parçekirina Kurdistanê hat îmzekirin û navê Kurdistanê ji hole rabû û wiha dom kir: “Lozanê doza Kurd veguherand dozeke ewlehiyê ya hundirîn. Lozan yek ji xirabtirîn peymanên dîrokê ye, ji ber ku Kurdistan kir çar parçe. Kurdan jî xeteriya vê peymanê li ser siberoja xwe dît, lewma gelek serhildan pêş xistin. Ji wana serhildana Şêx Seîd ku piştî wê serhildanên Seyid Riza û komara Mahabadê jî pêk hatin. Kurdan di oxira Kurdistanê de fedakariyên mezin nîşan dan û hîna jî têkoşîna xwe didomînin.”

'DIVÊ EM BERJEWENDIYA KURDAN LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BIPARÊZIN'

Ebdullah got ku divê dûrî têkoşîna klasîk bikevin û nêrîn, stratejî û têkoşîneke nû esas bigirin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Pêdiviya me bi têkoşîneke nû heye, divê em dûrî têkoşîna klasîk bikevin, têkoşînê bidomînin û nakokiyên di navbera her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê de ji bo berjewendiya doza Kurd bi kar bînin. Kurdên li derve jî dikarin di vê têkoşînê de cih bigirin.”

Ebdullah destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pêwîstî bi sîwanekê heye ku nêrînên cuda yên Kurdan bike yek û got : “Statuya li herêma Kurdistanê ji bo Kurdan pir girîng e. Divê parçeyên din ên Kurdisanê jî girîngiya herêma Kurdistanê j ibo gelê Kurd bizanibin. Ez li vir behsa siyaseta li herêma Kurdistanê nakim, lê belê wekî statu behsê dikim. Tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pir girîng e, parastina wê jî girîng e, divê astengî û nakokiyên di navbera partiyan de bên derbaskirin, divê em vê derfeta têkoşînê bi kar bînin.”

‘DEWLETA TIRK METIRSIYÊ ÇÊDIKE’

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha Viyaneyê Thomas Schmedinger jî mijara duyemîn a têkildarî astengiyên heyî yên li pêşiya Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê bi rê ve bir û diyar kir ku parçekirina Kurdistanê bi rêya Peymana Lozanê bi xwe re parçebûna siyasî li herêmê jî zêde kir.

Schmedinger destnîşan kir ku ji nava çar dewletên Kurdistan dagirkirine, Tirkiye xwedî nasnameya nîştimanî ya herî xeternak e û got: “Destpêkê Mistefa Kemal Ataturk hewl da Kudan ji bo berjewendiya Tirkiyeyê seferber bike. Lê piştî ku di Şerê Serxwebûnê de bi ser ket û bi îmzekirina Lozanê re, hikumeta Tirkiyeyê dît ku çi pirrengiya çandî wê gefê li netewe-dewleta ku wê nû ava bike, bixwe.”

Li gorî Schmedinger, doza Kurd li şûna dewleta neteweyî ya Kurdan a nû dikare bi rêya pêkanîna federalîzmê li herêmê bê çareserkirin. Schmedinger got: “Lozanê ne tenê Kurdistan parçe kir, lê belê Rojhilata Navîn bi temamî parçeyî dewletên neteweyî yên zordest kir. Rejîma ku piştî vê peymanê hatî avakirin ne tenê zirar da Kurdan, lê belê zirar da kêmneteweyên din û serokên şaredariyan ên li Rojhilata Navîn jî.”

Piştre beşdaran der barê mijaran de nêrînên xwe parve kirin. Di nîqaşan de bal li ser çareserkirina doza Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk û parastina Kurdan ji asîmîlasyonê hat kişandin.

Komxebat bi nîqaşên rûniştina 5`emîn a têkildarî rê û rêbazên sekinadina li hember şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd, dewam dike.