Bafil Telebanî banga yekîtiyê kir

Serokê YNK’ê Bafil Telebanî ku peyam ji Komxebata Lozanê re şand, got: “Ji bo pêkanîna daxwaza Mam Celal ku avakirina yekitiya neteweyî bû, em dixebitin. Em ji gelê Kurd re dibêjin ku ev pêvajo, pêvajoya yekkirina refên xwe ye.”

Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Telebanî peyamek şand Komxebata Navneteweyî ya têkildarê Peymana Lozanê ku li bajarê Hesekê ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve tê lidarxistin.

Peyama Bafil Telebanî ji aliyê endama NRLS`ê Bêrîtan Mistefa ve hat xwendin. Telebanî, di destpêka peyama xwe de kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji ber beşdarbûna komxebatê anî ziman.

Peyama Telebanî ev e:

“Em hewildanên ji bo kişandina balê bi ser peymanê de ku li dijî Kurdan hatiye îmzekirin û hewildanên berpirs û beşdarên komxebatê pîroz dikin. Beriya nêzî 100 salan Kurd di hemû aliyan de bi qirkirinê re rû bi rû hatin hiştin. Ev peyman, li ser hesabê gelê Kurd, erdnîgarî û çanda Kurdan hat îmzekirin. Kurd, her tim ji bo misogerkirina mafên xwe têkoşiyan. Lê mixabin bûn qurbaniyên berjewendiyên cîhanî. Lê belê tevî parçekirinê jî, vî gelî bi berxwedana xwe, parastina hebûn û erdnîgariya xwe kir.

Dijmin, bi awayekê domdar hewil dide Kurdistanê dagir bike û dîroka gelê wê tune bike. Lê bila ev dijmin bizane ku Kurd wê mîna çiyayên Kurdistanê bilind bimîne û serî netewîne. Divê hemû hêzên cîhanê bizanin ku şer ne daxwaza me ye û em li dijî şer in.

Armanca me her tim ew e ku em li ser erdnîgariya xwe bi azadî û rûmet bijîn. Lewma, em YNK, li xebatên ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî ku daxwaza Mam Celal Telebanî bû, dewam dikin. Em ji gelê Kurd re dibêjin, ev pêvajo, pêvajoya yekkirina refên xwe ye.”

Telebanî, bang li her kesî kir ku ji bo berjewendiyên doza Kurd, dîtinên xwe yên siyasî bikin yek.