Mazlûm Ebdî bang li hêzên siyasî û leşkerî yên Kurd kir

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî peyamek da komxebata Lozanê û bangeke bi vî rengî li hêzên leşkerî û siyasî yên Kurd kir: "Bêyî ku şert û mercekî bidin pêş, em zû tevbigerin û pêvajoyê binirxînin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peyama bi dîmen şand Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê.

Mazlûm Ebdî li ser Peymana Lozan got: "Polîtîkaya înkarê ku bi Peymana Lozanê re dest pê kirin, tu encamên xwe pêk neanîn û têk çû. Îro li Rojhilata Navîn derfet di destê Kurdan de heye ku rastiya doza xwe û hebûna xwe di nexşeya Rojhilata Navîn de îsbat bikin."

Ebdî diyar kir ku Kurdan bi fedakariyên mezin ên ku dane, destkeftiyên mezin bi dest xistine û anî ziman ku li her çar parçeyên Kurdistanê, li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê Kurd hewl didin mafên xwe yên ku hatine çewisandin, mîsoger bikin.

Ebdî banga parastina van destkeftiyan kir û got: "Divê em li rêbazên parastina van destekftiyan bigerin. Li Başûrê Kurdistanê destekftî hene, divê werin parastin û piştgiriya wan were kirin. Li Bakurê Kurdistanê hewl dan û berxwedaneke mezin li hemberî siyasetên înkarê têne meşandin. Divê piştgiriya gelê Bakur were kirin. Divê xwedî li şoreşa Rojhilat were derketin da ku mafên xwe bi dest bixin. Di heman demê de divê piştgiriya Rojava were kirin."

Mazlûm Ebdî, di serî de hêzên leşkerî û siyasî, bang li gelê Kurdistanê kir ku berxwedan û têkoşînê bidomînin, hêz û xîtaba xwe bikin yek, bêyî şertên pêşîn bikevin nava tevgerê, qonaxê bi awayekî zelal binirxînin da ku derfetan ji dest nedin.

Ebdî diyar kir ku QSD ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo pêkanîna yekitiya hêzan ji hemû diyalogan re amade ye. Ebdî bi bîr xist ku QSD'ê ji bo avakirina yekitiya hêzên siyasî yên li Rojava însiyatîf ragihandibû û got: "Me bi rêya însiyatîfên xwe hewl da hêz û aliyên siyasî yên li herêmê bikin yek. Me li ser nexşerêyeke siyasî li hev kiribû, lê ev însiyatîf sekinî. Ji bo ku ew însiyatîf dewam bikin, em amade ne bi hemû partiyên siyasî yên Kurdan re rûnên. Ev qonax qonaxa xebateke hevpar e. Em bi hêvî ne ku partiyên Kurdan li ser maseya diyalogê rûnên."