Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ya bi sernavê “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" tê lidarxistin, bi rûniştina duyemîn dewam dike.
Rûniştina duyemîn bi sernavê “Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20`an de li dijî Kurdan pêk hatine” ye û ji aliyê Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Heval Fatimê ve tê birêvebirin. Di rûniştinê de du mijarên sereke; “Xwendineke dîrokî li ser peymana Sêvrê (1920) û peymana Qahîre (1921)” û “Dîroka peymana Lozanê, sedemên wê yên rastî û pirsgirêkên ku anîne hole” tên nîqaşkirin.
‘DAGIRKERÊN KURDISTANÊ LI HEMBER DOZA KURD DIBIN YEK’
Nivîskar û lêkolînerê dîrokê Faris Osman di mijara yekemîn a rûniştinê de axivî. Osman destpêkê Peymana Sevrê (1920) da nasîn, piştre behsa Kongreya Parîsê “Kongreya Lihevanînê” (1918) kir.
Osman diyar kir ku dewletên Kurdistan di nava xwe de parçe kirine, naxwazin ku doza Kurd bikeve rojeva cîhanê û got, “Çiqas nakokiyên wan dewletan zêde bin jî, lê li hember doza Kurd dibin yek. Mînaka wê jî lihevkirina Tirkiye-Îranê di dema Sevrê de ye. Her wiha hebûn û beşdarbûna Kurdan di kongre û qadên navneteweyî de faktorekî erênî ye û dihêle ku doza Kurd bikeve rojevê. Nebûna Kurdan li wan cihan jî dihêle ku doza Kurd bê paşguhkirin û wekî kaxizeke bazarî û şantajê bê bikaranîn, mînaka wê jî Peymana Lozanê ye.”
Osman got ku divê tevgera siyasî ya Kurd tevî rewşenbîrên Kurd, hemû tecrûbeyên Kurdan, têkçûnên wan û sedemên wê yên obejektîv binirxînin û dersan jê derxin.
'DIVÊ KURD ÇARENÛSA XWE BI XWE DIYAR BIKIN'
Di mijara duyemîn a rûniştinê de jî, Endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif behsa dîroka Peymana Lozanê, sedemên wê û dozên ku pê re derketine kir.
Foza behsa siyasetên Brîtanya, Fransa û Rûsyaya Bolşevîk ên wê demê kir û bal kişand ser rewşa Kurdan di wê serdemê de. Foza Yûsif bal kişand ser Peymana Lozanê jî û got: “Navê Kurdan di Peymana Lozanê de derbas nebû. Ne di nava mafên kêmnetewan, ne jî di tu belgeyên ermî de navê Kurdan derbas nebû. Di peymana Lozanê de 143 made hebûn, dabeşî gelek beşên sereke hatin kirin. Di madeya ku behsa parastina mafên kêmnetewan dike de, hat gotin ku hikumeta Tirkiyeyê soza parastina jiyan û azadiya gelê Tirkiyeyê bê cudahî dide û mafê hemû niştecihên Tirkiyeyê heye ku li cihên giştî, di bawerî û ola xwe de bi azadî tevbigerin.”
Foza destnîşan kir ku Peymana Lozanê bi peymana Aştiyê hat binavkirin, lê di rastiyê de ew peymaneke şer bû û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lozan çiqas dirêj bike jî, wê Kurd teslîm nebin. Sed sal ji bo têkoşînê, sed sal jî ji bo serhildanan bûn. Berpirsiyariyên dîrokî dikevin ser milê me, divê em ji bûyerên dîrokê dersan derxin. Divê em ji Lozanê dersan derxin û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.”
‘DIVÊ KURD BAWERIYA XWE BI HÊZA XWE BÎNIN’
Piştre komxebatê bi nîqaşan dewam kir. Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku Lozan ji bo Tirkiyeyê derfetek bû da ku hegemoniyaya dewleta xwe xurt bike û hat gotin ku Kurd dikarin dîroka xwe vejînin û ev jî erkeke li ser milê her kesî ye.
Lêkolînerê misirî Îlhamî Milêcî jî bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bû. Milêcî hezkirina xwe ji bo Kurdan nîşan da û bang li gelê Kurd kir ku ji tecrûbeyên xwe sûdê werbigirin, baweriyê bi dewletên derve neynin û xwe bispêrin hêza xwe.
Wê komxebat bi rûniştina sêyemîn û ya dawîn di roja yekemîn a komxebatê de dewam bike.