Ji bo gerîlayê HPG’ê Serêkaniyê sersaxî hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Zagros Serêkaniyê yê di 22’ê Hezîranê de li herêma Zapê şehîd bibû, li Qamişloyê sersaxî hat danîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Zagros Serêkaniyê yê di 22’ê Hezîranê de li herêma Zapê şehîd bibû, li Qamişloyê sersaxî hat danîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Cîhad Xalid Hisên (Zagros Serêkaniyê) yê di 22’ê Hezîranê de li herêma Zapê şehîd bibû, li Qamişloyê sersaxî hat danîn. Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa û Dêrikê yên Qamişloyê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên eşîran tev li merasîma sersaxiyê bûn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Çilaxa konê sersaxiyê li pêşiya mala malbata gerîlayê HPG’ê Zagros Serêkaniyê ya li bajarokê Hemer veda. Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed axivî û têkoşîna gerîlayên tevgera rizgariya Kurdistanê û fedakariyên wan ên di oxira gelên Kurdistanê, azadî û jiyaneke birûmet de pîroz kirin.
Mihemed, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî destkeftiyên bi saya gerîlayên tevgera rizgariya Kurdistanê pêk hatine, banga hevgirtin û yekitiyê kir.
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrikê Mihyedîn Xêrkî jî bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û got: "Bi yekitî û hevgirtinê em ê planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şoreşa me têk bibin. Em soz didin ku li gorî prensîb û armancên şehîdan bimeşin."
Endama Kongra Star Xaliye Selmo îşaret bi berxwedana gerîlayên HPG′ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û ev tişt gotin: "Bi berxwedana ku xwe dispêre felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê azadiya xwe û ya çar parçeyên Kurdistanê bi dest bixin."
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Çilaxa Siror Şetê jî behsa taybetmendiyên şehîd Zagros û têkoşîna wî ya li Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê û rola wî di parastina Serêkaniyê de li hember êrîşên çeteyên Cebhet El Nusra û ên artêşa Tirk a dagirker ên di 2012′an de kir.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.