Li Reqayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşek hat lidarxistin
Bi pêşengiya bi sedan ciwanan li bajarê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Bi pêşengiya bi sedan ciwanan li bajarê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Li bajarê Reqayê bi pêşeniya ciwanan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, rûspî û şêxên eşîran jî tevlî meşê bûn. Meşê ji pêşiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê dest pê kir. Meşvanan bênavber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Meş li Çerxerêya El Neîm a li navarasta bajêr veguherî mîtîngê. Li vir piştî rêzgirtinê, endama Tevgera Ciwanên Şoreşa a Sûriyeyê Heyva Şihazê daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku komploya ku dewleta Tirk a dagirker tevî hevalbendên xwe li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15′ê Sibata 1999′an de dimeşîne li dijî fikrê mirovahî yê azad e û hat gotin: “Lê belê Rêber Abdullah Ocalan dengê rastiyê gihand tevahî gelê herêmê.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide derbeyê li projeya neteweya demokratîk bide û wiha dom kir: “Gerîla hêza xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan digire, lewma êrişên dagirkeran vala tên derxistin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ruxmî zehmetiyan jî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî herêmê û cîhanê belav bûye û ji bo tunekirina vê dewleta Tirk rojane êrişan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û gihandina fikrên wî ji bo tevahî gelan, em ê di nava têkoşînê de bin.”