Pentagon: Li Sûriyeyê balafirên Rûs gefê li droneyên Emerîkayê dixwin
Pentagonê ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûs li Sûriyeyê gefê li droneyên Emerîkî dixwin ên ku tevlî operasyonên li dijî DAÎŞ'ê dibin.
Pentagonê ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûs li Sûriyeyê gefê li droneyên Emerîkî dixwin ên ku tevlî operasyonên li dijî DAÎŞ'ê dibin.
Ji hêzên hewayî yên Emerîkayê General Alexûs Grynkewîch daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Balafirên leşkerî helwestên metirsîdar û ne profesyonel nîşan didin."
General diyar kir ku balafirên Rûs 'ewlehiya balafirên pêwendîdar hemûyan dixin metirsiyê, xefikê datînin pêşiya droneyan û bi rengekî metirsîdar ji nêz ve difirin."
Tê gotin, di nava 24 saetên dawî de du caran rewşên bi heman rengî rû dane.