Zîlan li Amûdê û Tirbespiyê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi çalakiyên cuda li Amûdê û Tirbespiyê hat bibîranîn.
Şehîd Zîlan bi çalakiyên cuda li Amûdê û Tirbespiyê hat bibîranîn.
Ji boneya salvegera 27'an a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku dikeve 30'yê Hezîranê, Meclîsa Navçeya Tirbespiyê merasîmek li dar xist. Merasîm bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li avahiya PYD'ê hat lidarxistin. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser şehîd Zîlan û têkoşîna jinên Kurd a di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hat pêşandan.
Piştre endama Kongra Star Gulê Behdî nameya şehîd Zîlan xwend û rêvebera meclisa navçeyê Aryan Mihemed jî axivî. Aryan diyar kir ku şehîd Zîlan li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd çalakiya fedaî pêk anî.
Gulê Behdî got: "Em jin bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer in. Me girîngiya çalakiya şehîd Zîlan nas kir. Em ê şopdarên xeta şehîd Zîlan, Leyla, Gulan, Sema û Raperîn bin."
AMÛDÊ
Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê jî ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeheke wêne û destkariyên jinan li hola navenda çandê vekir.
Tabloyên 7 şêwekarên jin û destkariyên jinên navçeyê hatin pêşandan. Endama navenda çandê ya Amûdê Sema Ehmed helbest li ser şehîd Zîlan xwend û Koma Şehîd Delîla stran gotin.