Fedaiyên nemir Rojger Hêlîn û Asya Alî li Hamburgê hatin bibîranîn
Rojger Hêlîn û Asya Alî yên ku li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn û şehîd bûn, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Rojger Hêlîn û Asya Alî yên ku li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn û şehîd bûn, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê ji bo Rojger Hêlîn (Alî Urek) û Asya Alî (Sevjîn Alçîçek) ên di 23’yê Cotmehê de li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKTM) û Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê ve li avahiya DKTM ya Hamburgê hat lidarxistin.
Bîranîn di şexsê Rojger Hêlîn û Asya Alî de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Cengîz Onat axivî û diyar kir ku ew ê xwedî li fikr û têkoşîna şehîdan derkevin. Li ser navê malbata Rojger Hêlîn xizmê wî Murat Bariş jî axivî û diyar kir ku Rojger zarokê Kurdistanê ye û got: "Em bi Rojger re bi rûmet û serbilind in. Em ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”
Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî bi bîr xist ku ew şehîd Asya Alî ji nêz ve nas dike û got: “Asya Alî xwedî li nasname û nirxên çandî derdiket. Ji bilî berxwedanê ti rêyeke din ji gelê Kurd re nemaye.”
Di merasîma bîranînê de nameyên dawî yên fedaiyên nemir hatin xwendin û ji bo şehîdan quncika wêneyan hat çêkirin.