Şêniyên Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî tecrîdê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek lidar xist.
Şênî li pêşiya hola 8`ê Adarê ya li rojavayê taxê, kom bû û dest bi çalakiya xwe kir. Şêniyan heta bi taxa Eşrefiye ve meşiyan.
Li taxê xwepêşandan rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Rêveberiya Nivîsgeh Têkiliyan a PYD`yê Eyşe Hiso axivî.
Eyşe berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, axa dagirkirî rizgar bibe, dê bêwestan kar û xebat bikin.
Her wiha Eyşe diyar kir ku azadiya gelan beyî hebûna ronakbîr û afrînerên fikrê demokratîk a azad temam nabe.
Di dawiyê de Eyşe got serkeftina felsefeya neteweya demokratîk teqez e û bang li her kesî kir ku berpirsyariyê bînin cih û tev li mezinkirina têkoşînê bibin ta ku maf bi dest dikevin.