Li Navçeya Şêranê tecrîd hat protestokirin

Li navçeya Şêran a Kobanê, bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Bi sedan ji gel û ciwan, jinên ciwan ji bo li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin, meşek li dar xistin.

Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger hatin hildan. Meş ji Meclîsa Navçeya Şêranê dest pê kir û heta Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şêranê dewam kir.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedaniya Îmraliyê” hatin berzkirin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Endama Jinên Ciwan a Navçeya Şêranê Necah Îbram axivî û got: “Em ê bi ruhê jinê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.