Malbatên Reqayê bo cihên bi ewle tên veguhestin

Welatiyên Reqayê yên ku bi salan e çeteyên DAIŞ’ê zilam û zext li wan kirî, ligel pêşveçûna şervanên QSD’ê, li cihên bi ewle tên bi cih kirin.

Îro 10 malbatên Reqayê li Kampa Rojhilatê Minbicê hatin bicihkirin.

Welatiyên Reqayê yên ku bi salan e çeteyên DAIŞ’ê zilam û zext li wan kirî, ligel pêşveçûna şervanên QSD’ê, li cihên bi ewle tên bi cih kirin.

Ji ber zêdebûna hejmara koçberan di 21′ê Gulanê de, li gundê Resim Exder a dikeve rojhilatê Minbicê, kampeke nû hat vekirin. Îro 10 malbatên ji gundewarên Reqayê gihîştin kampê û ji aliyê rêxistina Minbicê ya alîkariyê ve hatin pêşwazîkirin.

Ji aliyê Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê ve ji bo malbatên hatine bicihkirin, pêwistiyên mîna, betanî, isfinc û pêdiviyên malê, her wiha av û xwarin, hatin dabînkirin.