Cenazeyê şervanê YPG'ê Rojhat hate veşartin
Şervanê YPG'ê Rojhat Qamişlo, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saxûran hate veşartin.
Şervanê YPG'ê Rojhat Qamişlo, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saxûran hate veşartin.
Cenazeyê Besam Remo (Rojhat Qamişlo), ku roja 25'ê Gulanê di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, li Şehîgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke bi heybet hate veşartin.
Cenazeyê şehîd li ser milên xwişk, bira û hevalên wî di nava tilîliyên dayikan de anîn goristanê.
Piştî merasîma leşkerî deqeyek rêz hate girtin û endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan Etîn û Seroka Desteya Darayî ya Kantona Cizîrê Emziye Mihemed axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û diyar kirin, ku cangoriyên azadiyê ji bo azadiya gelan canê xwe feda dikin û ew jî li ser şopa wan bin.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Piştre kekê şehîd Rojhat Ehmed Remo axivî û qala têkoşîna birayê xwe kir. Remo got, "Oxir be ji te re birayê min, hezar carî oxir be ji te re."
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Rojhat li ber tilîlî û dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.