DAIŞ qediya, DAIŞ qediya, em êdî azad in

"Hûn li ser ser û çavên min hatine. DAIŞ qediya. Em ji DAIŞ'ê rizgar bûn. Em êdî azad in." Berî ku van gotinan bêje, tê rûyê şervanekî û serê wî maçî dike.

Gundekî li ser erdekî rût hatiye çêkirin. Hewa germ e. Xaniyên ji heriyê hatine çêkirin balê dikişînin. Şervan dikevin nava gund. Tenê çend dar li vî gundî hene. Hewa mîna rengê axê, germ e.

Şervan çawa digihêjin nava gund, bi kêf û coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Gundî li pêşiya gund, şervanan pêşwazî dikin.

Ev der gundê Yamama ye. Li herêma Reqayê, li bakurrojavayê bendava Hurriye (Azadî) ye. Gund bi 5 kîlometreyan dûrî bendavê ye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ev gund ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Şervanên ku roja 23'ê Gulanê danê nîvro berê xwe dan gund, danê êvarê gund ji çeteyan paqij kirin.

Gundiyan, kêfxweşiya xwe ya rizgariya ji DAIŞ'ê bi şervanan re parve kirin. Gundiyek şervanên QSD'ê yên hatine gundê wan pêşwazî dike, tê rûyê şervan û serê wî maçî dike. Û ji nişka ve dibêje, "Hûn li ser ser û çavên min hatine. DAIŞ qediya. Em ji DAIŞ'ê rizgar bûn. Em êdî azad in."

Yekî din jî, paçekî spî yê di destê xwe de li ba dide û heman gotinê dibêje: "Hûn li ser ser û çavên me hatine. DAIŞ qediya. Em ji DAIŞ'ê rizgar bûn. Em êdî azad in."

Dûre kom bi yek dengî dibêje, "DAIŞ qediya, DAIŞ qediya, em ji DAIŞ'ê rizgar bûn" û bi vî rengî pêşwaziya şervanan dikin.

Jinek jî, bi zaroka di hembêza xwe de, destê xwe dihejîne. Hewl dide heman tiştî bi zaroka xwe jî bide kirin. Zarok, ciwan, extiyar, dilê her kesî xweş e.