YPG'ê nasnameya şehîdekî Tebqayê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya şervanekî xwe ku di 27'ê Gulanê de li dora bajarê Tebqayê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya şervanekî xwe ku di 27'ê Gulanê de li dora bajarê Tebqayê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bû, eşkere kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya navendê de hat gotin, "Yek ji hêza gelan a esasî Yekîneyên Parastina Gel YPG, di parastina Rojava û Bakurê Suriyê de bi têkoşîna xwe ya rast û encamgirî bandoreke mezin li herêmê kiriye. Bi destpêkirina pêngava Xezeba Firatê re bi taybet ciwanên Ereb bi xurtî tevlî nava refên YPG'ê bûne. Yek ji wan ciwanan Elîşêr Zagros e ku eslê xwe Ereb e. Zagros ji bo rizgarkirina gelên Reqayê cihê xwe di nav refên YPG'ê girt û tevlî pêngava Xezeba Firatê bû. Hevalê me Elîşêr piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê hem parastina bajêr û hem jî pêşdeçuyîna ber bi Reqayê ve erkên ku diket ser milê wî heya dilopa dawî ya xwîna xwe ya pêk anî. 27 Gulanê de bajarê Tebqayê gundê Ibad şehîd bû.
Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin. Ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Soza serketin û bilindkirina têkoşînê nû dikin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Elîşêr Zagros
Nav paşnav: Mihemed Mizel
Navê Dayikê: Cemîla
Navê Bav: Mihdî
Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer
Cih û dema şehadetê: Tebqa, Gundê Ibad 27'ê Gulana 2017