Cenazeyên 8 şervanan li Girê Spî hatin veşartin

Cenazeyên 8 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn bi merasîmekî girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Girê Spî cenazeyên 8 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, spartin axê.

Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan EL-Ebed, Zelîxa Ebdî û Endamê Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM`ê Selah Dîn Firat, rêveberiya Kongra Star û endamên saziya civaka sivîl û leşkerî li bajêr jî di nava de bi sedan şêniyên Girê Spî û gundê wê  cenazeyên şehîdên Hemeleya Xezeba Firatê Umer EL-Meter, Mihemed EL-Meter, Berekat El-Şêx, Hemed Îsa, Mistefa EL-Xelef, Ebdulezîz, Mihemed El-Cimî û Rafêd Idrîs ji ber nexweşxaneya Girê Spî wergirtin û ber bi goristana Mehmûd Temê ve ketin rê.Li goristanê merasîmek leşkerî hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir û paşê gelek axaftin hatin kirin û sond hate xwarin ku di rêya şehîdan de bimeşin.

Piştî axaftinan nasnameya şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.Di dawiya merasîmê de jî girseya gel canazeyên şervanan bi diruşmeyan veşartin.