Warê hatiye koçberkirin - I

Der barê mirovên ji Helebê koç kirine, bûyerên qet neyên jibîrkirin ketin hişê min. Li ser rêya koçberiyê ewqas çîrokên dilşewat rû dan, ku mirov nizanin kîjanê binivîsînin.

Ya ku li Sûriyeyê diqewime drameke mirovahiyê ye. Ev pênc sal in ez şahidiyê ji vê dramê re dikim. Her yekê şopeke kûr li min hişt. Her yekê birîneke cuda li min vekir. Ji ber ku ya diqewimî, şerekî giran bû. Şerekî ku ne şerê gel bû. Arena hêzên navneteweyî, şerê navbera wan bû. Ya ku dibû para gel, tenê êş bû, hilweşandina malên wan û koçberî bû. Mîna fîlmekî qet naqede, ev pênc sal in li vê temaşe dikim.

Di nava şeş mehên dawî yên destpêkirina pêngava rizgarkirina Reqayê, li vî fîlmê koçberiyê yê ku naşibe yê qedandinê, temaşe dikim. Bi taybetî di nava meha dawî de ev fîlm hê bi êş bû û bi trajediyên mezin dewam dike.

Min her roj bi çavên xwe bi hezaran, bi deh hezaran mirovên ketin ser rê dît: Hin jê bi wesayîta xwe, hin jê bi motorsîklet, traktor û hin jî bi peyatî.

Koça herî mezin a ku min beriya niha dîtibû, di sala 2013'an de li  Helebê rû da. Ku hingî 500 hezar sivîlî koç kirin. Piraniya van jî ji Helebê hatibûn Efrînê. Wesayîtên koçberan di rêya 60 kîlometreyî de li pey hev bûn.

QAŞO RIZGARKER IN

Di destpêkê de ji benda kontrolê ya rejîmê derbas dibûn. Dema ku derbas dibûn jî yek bi yek her kes dihatin saxkirin. Dûre, piştî 500 metreyan ji benda kontrolê ya artêşa azad a wê demê derbas dibûn. Vê carê wan dest bi saxkirinê dikirin. Jin, kal, pîr, zarok, mêr her kes dixistin rêzê. Qaşo weke rizgarker derketibûn holê. Serê şexsekî çend quriş ji wan digirtin û mîna ku henekê xwe bi wan bikin li rûyê wan dikeniyan û dihiştin ku derbas bibin. Ji xwe piştî ku sivîl derketin, ev ev kom li Helebê ketin malên sivîlan û hemû talan kirin.

DAYIKEK LI EFRÎNÊ

Dayikekê tenê wextekî ku karibe çend eşyayan bixe nava kîsekî ard wext dîtibû. Ji otobusa bi dehan malbat tê de bûn, ku li ber Asayîşa Efrînê sekinî, ew bi kîsê xwe yê spî peya bû. Dema peya bû, yek ji zarokên wê bi dawa wê girtibû. Derdora pênc salî bû zarok. Yekî din ku bi qasî du salan jê mezintir jî piştre xuya kir. Di hembêza wê de pitikek di pêçekê de hebû. Di destekî wê de jî kîsê spî ku mala xwe hemû ew bû, hildigirt. Kîs danî ber Asayîşê. Pitika di hembêza xwe de jî danî ser û li kêleka rê dest bi girî kir.

Mîna wê min bi sedan dayik dît, ku heman êş dikişand. Dema min wêneyê wan dikişand, hêsir ji çavên min jî dibariyan. Di ser re çar sal derbas bûn, lê hê ew dayika rondik ji çavan dibariya ji bîra min naçe.

KOÇA BÊ DAWÎ

Der barê mirovên ji Helebê koç kirin de bûyerên ku qet neyên jibîrkirin di hişê min de cih girtin. Li ser rêya koçberiyê ewqas çîrokên dilşewat rû dan, ku nizanim kîjanê binivîsînim. Yek ji wan jî ew bû, ku çend ji mirovên koçber, ji çend cihan koç kiribûn. Yek jê jineke di emrê navîn de, ji pênc taxan koç kir û xwe gihande herêma Kurdan. Digot, "Niha jî êrîşî vê derê kirin û em neçar man bi Kurdan re ji vir jî derkevin". Sal 2013.

Hin jê ji Deraa, ji Hama, hin jê ji Hûms, Qûseyr, Qûneytra û hin herêmên Şamê hatibûn.

PIŞTÎ KOBANÊ

Çîrokeke din a ku min şahidî jê re kir, piştî êrîşên ku DAIŞ'ê di Îlona 2014'an de bir ser Kobanê. Ji çar sed gund û navenda bajarê Kobanê mirovan pêl bi pêl koç dikirin. Mirovan hewl didan xwe ji fuze, obus, hawanên çeteyan biparêzin. Piraniya wan jin, zarok, extiyar, nexweş bûn. Piraniya yên din jî li Kobanê, li eniya şer bûn. Hinekan ji wan, piştî ku hevser, zarok, dayik û bavê xwe derbas kirin, vedigeriyan û cihê xwe di nava şer de digirtin.

Yek ji bûyera di dema koça Kobanê de di hişê min de neqişî ew bû, ku dayikekê ji bo zarokê wê yê bi sendroma wenda nebe, bi xwe ve girêdabû. Bi sedan mirov li ser van rêyên bi toz bûn û hewl didan jiyana xwe rizgar bikin.

EW GUND ÇIMA HATIN VALAKIRIN?

Adara 2015 bû. Ji Helebê min berê xwe da Şamê. Em ji korîdora zirav a ku rejîmê vekiribû derbas dibûn. Me nezanîbû ku wê çi bi serê me ve were û em diçûn. Li aliyê me yê rastê derdora Îdlibê û gundên wê, di destê Nûsra û komên artêşa azad de bû. Di her kêliyê de dibe ku êrîş bikira. Li aliyê me yê çepê jî derdora Reqayê di destê DAIŞ'ê de bû. Korîdora hate vekirin di her kêliyê de dibe ku bihata girtin, em dîl bihatina girtin ya jî bihatina kuştin.

Em ji herêma balafirgehê ya Helebê ku wêran bû bû, bi rê ketin. Ji Sefîre heta navçeya Selimiye ya Hamayê me bi sedan gund dît. Hemû jî vala bûn, mirovekî bi tenê jî lê tine bû. Min ji hevalê li kêleka xwe pirsî; 'Ev gundî bi ku ve çûne, çima gund terikandine?' Heval yekî ji Helebê bû, ku timî diçû Şamê. Got, 'Beriya bûyer dest pê bikin hemû tijî bûn. Piştî bûyeran komên artêşa azad hatin. Komên hatin, beşek ji gund bi gotina alîgirê rejîmê ne girt û kuşt. Dest danîn ser mal û milkê gundiyan û ew derxistin. Piştre jî rejîmê ev gund stand. Vê carê rejîmê ji yên mayî re got, 'hûn ji artêşa azad in' û ew derxist. Li van gundan bi vî rengî kes nema.

Li ser rêya Heleb-Hamayê nuqteyeke gelekî stratejîk hebû; gola bi navê Sebxut Cebûl, ku bersiv dida nîvê pêwîstiya xwê ya Sûriyeyê. Beşek ji van gundan li qiraxa vê golê bûn. Xuya ye debara xwe bi xwêya ji vê golê derdixistin, dikirin. Niha nînin.

PÊLA DAWÎ: REVA JI REQAYÊ

Ev meheke ez şahidiyê ji pêleke nû ya koçberiyê re dikim. Reva ji dojeha Reqayê. Mirov ji bo jiyana xwe rizgar bikin, direvin.

Ji bo rizgarkirina gundên li Geliyê Cellab ê li bakurê Reqayê, şervanên QSD'ê roja 11'ê Nîsanê dest bi pêngavê kirin. Ev yek qonaxa çaremîn a pêngava rizgarkirina Reqayê bû û 13 rojan dewam kir. Bi dehan gund û gundik ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Ji roja destpêkirina pêngavê ve, ji bendaveke hilweşiyayî av çawa ku av diherike, ber bi qadên ji aliyê QSD'ê ve hatine rizgarkirin jî sivîl bi wî rengî herikîn. Hê jî ji navenda bajarê Reqayê, gund û bajarokên li derdora Reqayê mirov direvin. Ne tenê ew. Bi hezaran mirovên ji Mesken, Xefse, Deîr Hafir jî di nava wan de hebûn. 

Di nava yên tên de mirovên ji Kerkûk, Tel Afer û Ambarê jî hene. Piraniya yên ji Kerkûk û Tel Aferê tên, Tirkmen, yên ji Ambarê jî tên Erebên Sûnî ne.

DI NAVA ÇAR ROJAN DE 50 HEZAR

Di 25'ê Nîsanê de navber ji qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê re hate dayin. Sedema wê jî êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî Qereçox û Şengalê bû. Piştî navbera 15 rojan, operasyonê di 10'ê Gulanê de ji nû ve dest pê kir. Du roj piştî ji nû ve destpêkirina pêngavê, mirov dîsa mîna lehiyê herikîn. Mirovên ji gundên Esediye, Hatîn, Mîrmeh Dervîş, Kahtaniye, Rabya, Hatûniye, Mezra Yarûb, Adnaniye, Tel Zedan, Reqa Semra, Hemrat Belsîmê mirovan pêl bi pêl koç dikirin. Ew, bi qasî 3 salan di nava zilma DAIŞ'ê de bûn.

Ji navenda Reqayê û gundên di destê DAIŞ'ê de ne, di navbera 12'ê Gulanê û 16'ê Gulanê de bi qasî 50 hezar sivîl reviyan. Serokê Komîteya Saziyên Alîkariyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulselam Hemsorik got, "Di nava çar rojan de me 50 hezar sivî pêşwazî kir. Tevî ku me saziya xwe nû ragihandine jî, me dest bi dayina pêdiviyên nan û avê ji bo mirovên xwe kirin. Her wiha hewl didin wan li deverekê bistirînin."

ZILAMEKÊ KU NEKARÎ BISEKINE

Ji Reqa û gundên di destê DAIŞ'ê de mirov mîna ku ji dojehê birevin, direviyan. Min xwest li ser rêgeha wan bisekinim û vê koçberiyê bişopînim. Konvoyên ji hezaran wesayîtan hebûn. Jin zarok, extiyar, mêr, dayik, bav, ciwan, keç li ser rê bûn. Jin, dema ku digihîştin herêmên QSD'ê, tişta ku yekser dikir, ew paçê ku pê dixumandin derdixistin, çarşefa reş ji xwe dikirin. Mêran jî riya xwe diqusandin. Li kêleka qenalekî mêrekî bi meqesê riya xwe jê dikir. Nikarîbû hinekî din bisekine. Got, "Ev sê sal in ez vî barî hildigirim, min xwest tavilê ê xilas bibim."

Min yekî din ê ji heman barî rizgar bû, li Kampa Ayn Îsa nas kir. Ahmed ê ji Reqayê xwe nêzî min kir, destê xwe bir ser rûyê xwe û got, "Piştî sê salan cara yekmîn e min îro riya xwe qusand. Cara yekmîn îro jilet li rûyê min ket. DAIŞ'ê li Reqayê hemû dikanên berberan girtibû. Qusandina rî qedexe kiribû. Mirovên riya xwe biqusanda, cezayê giran li wan dibirî. Dema ku hatim vê derê weke karê ewilî min riya xwe qusand."

SIBE:
*Zarok û extiyar
*Wesayîta herî kêrhatî: Traktor
*Heval Mûstafa yê li Kampê
*Zîpika li çolê