3 gund hatin rizgarkirin, 25 çete hatin kuştin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk 3 gundên li rojhilatê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqijkirin. Di vî şerê du rojên dawî de 25 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk 3 gundên li rojhilatê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqijkirin. Di vî şerê du rojên dawî de 25 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji bo bajarê Tebqayê biparêzin û rêya di navbera Reqayê û bajarên din ên Sûriyeyê qut bikin, ji rojhilatê bajarê Tebqayê ketin nava liv û tevgerê.
Di nava 48 saetên dawî de şervanan gundên Hora, Baruda û Metyura yên bi 20 kîlometreyan li rojhilatê Tebqayê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Di şerê 2 rojan de herî kêm 25 çete hatin kuştin. Piraniya çeteyên hatine kuştin rextê intiharî li xwe pêçabûn.
Her wiha şervanan maşîneyeke bombebarkirî îmha kirin û yek jî bê bandor kirin. Li gundan karê lêgerîn û paqijiyê yê şervanan didome. Heta niha 5 keleş, yek M-16 û dockayek 12.5 mm tevî maşîneya xwe ketin destê şervanan.