3 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê û şervanekî Erka Xweparastinê, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê û şervanekî Erka Xweparastinê, ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin.
Welatiyên Hesekê, cenazeyên şervanên YPG'ê Basil Mişûh (Çiya Hesekê) û Rêvan Omer (Delîl Şikakî) û şervanê Erka xwparastinê Hesen Derwîş ên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê rakirin û bi karwanekî ji gelek wesayîtan birin goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.
Welatî piştî ku nêzî goristanê bûn, ji wesayîtan peya bûn û darbestên şehîdan hildan ser milan û bi qîrîna dirûşman gihandin goristanê.
Li vê derê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre li ser navê malbatên şehîdan Mihemed Dawîê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, herêmê şehîdên azadiyê nasipêrin axê, lê belê wan dispêrin dilê xwe.
Di dewama merasîmê de endamê Fermandariya YPG'ê Şiyar Delîl axivî û diyar kir, şehîdan ji bo parastina hemû pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê canê xwe feda kirine. Delîl destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di pêngava xwe de berdewam in û wê dawî li hêzên teorîstan û tarîtiyê bînin.
Li ser navê Desteya Erka Xweparastinê Ayid Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest. Îbrahîm got, hêzên QSD'ê ji hemû cîhanê re isbat kiriye ku ew tekane hêza ku dikare dawî li terorê bîne û aramiya herêmê mayînde bike.
Piştî axaftinan sicîlê her sê şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Malbata jî soza şopandina rêya cangoriyan dan.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên sê şervanan bi dirûşman spart axê.