Şervanê Hollandayî, li Reqayê ye…

Baran Sason ê Hollandî ku di nava tabûra Enternasyonalîstan de cih digire û beşdaîr Pêngava Xezeba Firatê bûye wiha got: Em ê bi teqez Reqayê rizgar bikin û em ê vê li bi gelê herêmê re rizgar bikin.”

Gelek enternasyonalîstên ku ji têkoşîna efsûnewî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi rêve dibe bi bandoar bûne, berê xwe dane Rojava, mil dane milê YPG’ê û Kurdan têkoşînê dikin. Yek ji van jî şervanên Hollandî Baran Sason e. Sason ê ku ev saleke li Rojava ye, di Pêngava Tebqa ya di warê stratejîk de bû cih girt. Niha jî şervanên di Qonaxa 4. a Pênagava Xezeba Firatê de cih digire, diyar kir ku şerê azadkirina bajarê Reqayê wê bi teqez bi ser bixin.

Sosan wiha got: “Pêngava Xezeba Firatê didome. Em ê bajarê Reqayê jî azad bikin. Tirkiye nikare beşdarbûna QSD’ê ya Pêngava Reqayê asteng bike. Ji ber ku li ser vê xakê ji derveyî hêzên QSD’ê û YPG’ê nikare xwe li ber DAIŞ’ê bigire.”

‘EZ JI FELSEFEYA OCALAN BAWER DIKIM’

Servanên enternasyonalîst ê bi nasnav Baran Sason ê ku saleke li Rojava ye, wiha anî ziman: “Ez ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikim hatime. Ez ji felsefeya Rêber Apo bawer dikim. Dîsa ji bo fêrî zimanê Kurdî bibim hatime. Ez pir kêfxweşim weke şervanekî enternasyonalîst li gel Kurdan şer dikim. Di navbera çanda Rojava û çanda me ya Ewroapyê de gelek cudahî hene. Hinek tiştên asayî yên li gel me, li vir di nava civakê de nîne. Lê ev min bandor nake. Ez pir kêfxweşim ku li vir im.”

 ‘KÊFXWEŞIYA GEL DÎTIN TIŞTEKÎ PIR CUDA YE…’

Sason wiha axivî: “Beriya ku şerê Tebqayê destpê bike, me çûn perwerdehiya leşkerî. Em 9 kes bûn. 4 enternasyonalîst, 5 jî Kurd bûn. Ji van 2 hevalên min bû. Me ji vê perwerdehiyê gelek fêde dît. Piştre 6 rojan li derdorî Tebqayê em rûniştin û me temaşeyî şerê Tebqa kir. Lê divê pêvajoya çavnêriyê de êrîşk li ser me hate kirin. Me ji wan 15 kes kuşt. Em beşdarî şerê Tebqayê bûn.”

Sason diyar kir ku dema ku gihiştin Tebqayê, dema gel şervan dîtin gelek kêfxweş bibûn û wiha pêde çû: “Jin, mêr û zarok pir kêfxweş bibûn. Di dema DAIŞ’ê de bi zorê li ber çavê wan serê mirovan jê dikirin. Hê jî ew tirs didilê gel de mabû. Lê dema ku em dîtin pir kêfxweş bûn. Li deverên ku me gel rizgar dikir ji me re digotin; ‘We me ji zindanekî gelek mezin rizgarkirin’. Zarok di nava azadiyê de dilîstin. Jin derdiketin ji derve û bê tirs karê xwe yên rojane dikirin. Gel êdî digot; ‘Êdî ne weke berê, êdî em dikarin tişta bi dilê xwe bikin. Êdî ti kes nîne ku zextê li em bike”. Kêfxweşiya azadiya van mirovan dîtin, bi wan re bûna alîkar hestekî pir cuda ye.”

‘EM Ê REQAYÊ JÎ AZAD BIKIN’

Baran Sason, niha di Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de cih digire. Sason diyar kir ku wê cih di operasyona azadkirina Reqayê de jî cih bigire û wiha anî ziman: “Pêngava Xezeba Firatê hê jî didome. Em ê bajarê Reqayê jî azad bikin. Em ê Reqayê azad bikin lê wê pêngava hêdî bi rê ve biçe. Lê wê dîsa Reqa ji aliyê hêzên Azad QSD, YPG’ê ve bê azadkirin. Em ê vê kêfxweşiyê bi gelê herêmê re pîroz bikin.”