YPG: Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  didomin

Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevgera hewayî û bejahî yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 6 rojên dawî ragihand.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike;  "Artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe yên li ser xaka Rojava berdewam dikin. Bi taybet li ser Kobanê û Efrînê êriş û tevgera hewayî jî zêde bûne. "

 

YPG’e her wiha li ser encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 6 rojên dawî ev agahî dan;

"21.05.2017’an, saet li 16:30’an  balafirên şer li ser sînorê Rojavayê Kobanê geriyan. Heman rojê li Efrînê çeteyên girêdayî artêşa Tirk gulle reşandin çeperên hêzên me yên Girê Basufanê yê girêdayi Şêrawa. Şervanên me jî di cih de bersiv dan êrişên çeteyan, lê derbarê kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

23.05.2017’an, saet li 23:00’an  û 24.05.2017’an  balafirên bê mirov yên keşfê û yên şer li ser sînorê Rojavayê Kobanê geriyan.

Her wiha 24.05.2017’an  çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrişê Vîlla Qadî kirin ku girêdayî Efrînê ye.

25.05.2017’an  balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer li ser sînorê Rojavayê Kobanê geriyan. Dîsa dheman rojê  di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer derket, ku xwestin êrişî gundê Birc Silêman yê girêdayî navçeya Şêrewa yê Efrînê kirin. Bersivdayina hêzên me de şer derket û di encama vî şerê de çeteyek hat kuştin.

26.05.2017’an di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de ku xwestin êrişî girê gundê Îska yê girêdayî navçeya Cindirêsê yê Efrînê bikin  şer derket û di encama vî şerê de jî çeteyek hat kuştin. Her wiha çeteyan bi hawanan êrişî gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin.

Di heman rojê de balafirên şer li ser sinorê Rojavayê Kobanê geriyan û leşkerên Tirk bi çekên giran êrişî xal û çeperên hêzên me kirin."