Çeteyên Tirk bombeyan li gundên Şehbayê dibarînin

Komên çete yên ser bi dewleta Tirk, bombe li gelek gundên li herêma Şehbayê barandin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, çeteyên li bajarokê Marî û gundên Til Malid û Kilicibrîn bi cih bûne, êvara Şemiyê saet di 19:00 de dest bi bomberdûmanê kirin.

Çeteyan bombe li bajarokê Erfat û gundên li derdorê barandin. Hat ragihandin, çeteyan top avêtine vê herêmê û vê êrîşa çeteyan heta danê sibehê dewam kiriye.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin û tên xwedîkirin, piştî gundê Herbelê bombe li derdora gundê Şêx Îsa û bajarokê Erfadê barandine.

Ji ber topbaranê, zerareke mezin li gundên sivîlan bû.

Hat ragihandin, çeteyan bombe li gundên Hesiye, Hesacik û Til Medîq û gundikê Rafînê barandine. Ji ber êrîşê malên sivîlan xisar dîtin.