Cenazeyên 2 şervanan li Dirbesiyê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Dirbesiyê cenazeyên Zana Dalaho û Arjîn Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Dirbesiyê, cenazeyên Osman Mihemed (Zana Dalaho) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, Kawa Emîn (Arjîn Hesekê) ku li bajarê Qamişlo dema ku erka xwe ya leşkerî pêk danî jiyana xwe ji dest dabû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirêbêsiyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girin û piştre merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre li ser navê  Meclîsa Malbatên Şehîdan Fehid Şukir û birayê şehîd Arjîn, axivîn û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê dan.

Her wiha Fermandarê YPG′ê Agirî Jînda jî bal kişand ser têkoşîna ku şervanên azadiyê di çeperên berxwedanê de didin meşandin û soza tolhildana ji şehîdan re da.

Piştre nasnameya şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên Osman Mihemed (Zana Dalaho) û Kawa Emîn (Arjîn Hesekê) bi tilîlî û dirûşemeyan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin veşartin.